Ger PKK’e nemîne wê derew êtîm û sêwî bimîne

Ger PKK’e nemîne wê derew hêtîm û sêwî bimîne

Memet Mêrdînî

Êrîşên li ser statuya Başûrê Kurdistanê û saziyên fermî yên yekane hikûmeta kurdan, anku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dikin, ev êrîş xwe di çarçoveya êrîşên leşkerî û medyayî de dibînin, êrîşên leşkerî ji aliyê dewletên kolonyalîst ve bi palpiştiya medyayî ya hin rêxistinên kirê girtî tên meşandin, hin rêxistinên ku xwe bi rêxistinên Kurdistanî bi nav dikin ji dagirkeran zêdetir êrîşî statuya herêma Kurdistanê dikin û dixwazin bi her rengekî be statuya Başûr ji nav bibin, rêxistina herî pêşeng di vê derbarê de PKK’e ye, PKK’ê ti rê neman ku ji boy lawazkirin, reşkirin û jinavbirina statuya herêma Kurdistanê û malbata Barzanî ku ev zêdetirî 100 salane mohra xwe li dîroka rizgarîxwaza kurd û Kurdistanê daye, neceribîne, herî dawî jî di çarçoveya şerê taybet de, rêxistina PKK’ê di medyaya xwe de dest bi çêkirina bernameyeke nû bi navê “Destên Tarî” di kanala xwe ya bi navê Ronahî de kiriye.

Ji yekem xeleka vê bernameyê mirov dikare tev xelekên din bîne berçavên xwe, ev bername bi tenê ji boy reşkirina Hikûmeta Başûr û saziyên wê yên fermî hatiye dirustkirin, tişta ku dujminên kurdan nikarin bikin, PKK’e dike, PKK’e bi êrîşkirine ser saziyên ewlehiyê yên Başûr bi tenê erka xwe cîbicî dike, ew erka her ji damezrandina wê heya niha di jorên tarî yên dewleta kûr ya Tirkiyeyê ji bona wan hatiye destnîşan kirin, anku erka parastina dagirkeriyê.

Gelo rastiya kesên hatine desteserkirin çîye û kîne?

PKK’ê li Rojava Kurdistanê 4 ciwan ku berê jî di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bûn, paş ku derbasî Başûr bûne û careke din vegeriyane Rojava desteser kirine û wan weke Sîxûrê parastin û Mîtê dide nasandin û berpirsatiya êrîşên asîmanî yên Tirkiyeyê dixe stûyê wan. Ev ciwan her di vê bernameyê de bi devê xwe îtîrafê dikin ku berê di nava refên HSD’ê de bûn, piştre ji ber hin pirsgirêkan ji Rojava derbasî Başûr bûne, lê bi ti awa rê bi wan nayê dayîn basî wan pirsgirêkan bikin yên ku bûyî sedem ew ji HSD’ê qut bibin û derbasî Başûr bibin, ji ber ku bi eşkere kirina rastiyê wê bernameya wan têk biçe.

Ciwanên weke sîxûr tên nîşandan di esla xwe de perwerdeyên destê PKK’ê bi xwe ne, bi salan di nava refên HSD’ê de mane û perwerdeya siyasî û leşkerî dîtine, ne dûre ku her di zaroktiya xwe de ji aliyê çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” ve hatibin revandin û bi zorê hatibin çekdar kirin loma ji Rojava revîyabin, evca nîşandana wan weke sîxûrên ku “Parastinê” ji Mîtê re çêkirine ji dereweke mezin zêdetir ne tişteke dine, PKK’e ji aliyekê dixwaze bi vê bernameyê tola xwe ji wan ciwanan helîne, ji ber ku ji Rojava derketine û erkên xwe yên leşkerî cîbicî nekirine wan siza bide, lê sizadana hin ciwanên kurd bi vî awayî tiştekî pir bêexlaqane ye, ji aliyekî din jî dixwaze wan weke amûrekî din ji boy reşkirina PDK’ê û Barzaniyan bikar bîne.

PKK’e di vê bernameyê de pirseke pir ecêb dike û hebûna saziya xêrxwazî a Barzanî li Efrîna dagirkirî weke xîyanet nîşan dide û dipirse, “gelo saziya bi navê xêrxwaziya Barzanî li Efrînê çi dike?” ji xwe her kes dizane ka ev sazî li Efrînê çi dike, lê ezê careke din li bîra PKK’ê bînim ka kengê û çima ev sazî derbasî Efrînê bûye.

Her kes dizane ku di kareseta erdhejê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, dezgehê xêrxwazî yê Barzanî ji boy harîkariya birayên xwe derbasî Bakur û Rojavayê Kurdistanê bû. Vê saziya xêrxwazî kesên birîndar ji bin kavlan derxistin, av, nan, xwarin û pêdawîstiyên pizîşkî û hwd.. gihandin malbatên zerermend û ji nû de jiyan da gelekan, ev dîmen hêjan di mejîkê her kurdekî de mane, lê PKK’e we difikire bi pirseke bi vî awa dikare van tiştan di mejiyê gel de şêlû bike û nehêle.

Li Efrîna ku PKK’ê bi îxanet radestî dewleta Tirk û milîsên ser bi wê ve kirî, ji bilî saziya Barzanî ti saziyeke din tune ku bikare alîkariya şêniyên Efrînê bike, ev jî tişteke ku pirr diçe zora PKK’ê, PKK’e li şûna pirsên bi vî awa û çêkirina derewan bila li rêyekê bigere ku Efrînê rizgar bike, tevî ku her kes dizane ne PKK’e rêxistineke wisaye bikare karekî wisa mezin bike û nejî dixwaze bike, ji ber ku PKK’ê bi tenê dikare wan karan encam bide yên ku dagirker ji wan dixwazin, weke êrîş kirine ser partiyên welatparêz û reşkirina kes û rêxistinên netewî yên kurdan, ku erka PKK’ê ya sereke jî her eve.

Dîroka gelê kurd pirr e ji kes, rêxistin û aliyên ku qaşo ji bona azadiya gelê kurd û welatê xwe anku Kurdistanê têdikoşîn, lêbelê ew kes û rêxistin niha xwe di nava zibildana dîrokê de dibînin, ji ber ku bi derewan ti rêxistin nikarin heya dawiyê xwe li ser linga bigrin, ji bextê reşê kurdan partiya ku pêş 46 salan li Bakur bi derewan hatiye damezrandin, bi derewan jiyaye û heya niha li ser rêya xwe berdewame.

Êrîşên li ser malbata Barzanî û saziyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya soza Evdila Ocalan bi dewleta Tirk dayî tên encamdayîn

Yê ku nirxên netewî neparastî û day ber bazarê Rêberê PKK’ê “‘Evdila Ocalan” bi xwe ye, dema hêjan di balafirê de ji ekîba Mîtê re gotî, “li min nexin, dayika min jî Tirk e, rê bi min bidin xizmeta dewleta xwe ‘dewleta tirk’ bikim.”

Evdila Ocalan di yekemîn lêprisîna xwe ya li Îmraliyê da jî pêşniyarî fermandarê artêşa Tirk “Hesen Atîla Ûgur” dike û wiha dibêje:

“Niha gel nefretan li “Barzanî – Talebanî” dikin. Ez baş dizanim, ku gel peywendîyeka awarte nîşa yên me “PKK’ê” dide. Heger hûn “Tirk” hinekê alîkariyê bidin ên me dê wan “Barzanî – Talebanî” ji meydanê rakîn û piştî demekê kêm dê ev cemawer bi temamî bibe alîgirên me “PKK’ê – Tirkiyê”. Eve bûyereke dîrokî ye, û li gorî min divê ew “plan” gelek veşartî bimîne. Li vir bi hinek piştgirîya we “Tirk” dê her tişt çareser bibe, berê xwe bidinê, ez ne behsa pare û çekan dikim, tenê alîkariyên biçûk ji we dixwazim. Ne hewceye ku hûn “tirk” van Barzaniyan, Talebanîyan bi hêz bikin. Hêza Barzanî û Talebanî biçûk nebînin, Hêzên mezin li pişt wan hene. Hûn bawer nekin ku ew alîgirên Tirkiyê ne. Gava em bi hev re bi pirensîp kar bikin em “PKK’e – Tirk” wê bi ser bikevin. Em nahêlîn ew nefesê bistînin û em dê wan bi Tirkiyê ve girê bidin. Ji bo vê jî min “Plana Hewlêrê” pêşniyar kir. Derfetê bidin me ku em li bi hinek Tirkmenan re kar bikin, dê ew wek kûçikan bi we ve hên girêdan”.

Bi kurtasî, kesên Ocalan dipejrînin nikarin nirxên netewî biparêzin û wê hertim van nirxan din ber bazarê, her wek Rêberê xwe.

Pustên heman beş