Li Libnanê careke din çend amûrên “Pager” teqiyan

Li Libnanê careke din çend amûrên “Pager” teqiyan

Careke din hejmarek amûrên pager di destê endamên Hizbullaha Libnanî de dîsa teqiyan. Derbarê ziyanan de jî, ti agahî nehatin ragihandin.

Jêderên nêzîkî Hizbullaha Libnanê ragihandin, îro 18ê Îlonê careke din çend amûrên pagerê li çend deverên başûrê Libnanê û li taxa El-Dahiyê ya Beyrûtê teqiyan.

Amaje bi wê jî kir, di encama teqîna pageran de, 3 kes hatine kuştin û zêdetir ji 100 kesên din jî birîndar bûne.

Duhî 17ê Îlonê amûrên pager ên bêtêl ên endamên Hizbullahê li gelek deverên Libnanê teqiyan û di encamê de 12 kes hatin kuştin û dora 2800 kesên din birîndar bûn.

Piştî teqînan, Hizbullah got ku îstixbarata Îsraîlê kariye alavên pêwendiyên yên endamên wê hack bike.

Di vê navberê de, Ajansa Netewî ya Libnanê got, îstixbarata Îsraîlê pagerên endamên Hizbullahê, ku alaveke biçûk a pêwendiyê ye hack kiriye.

Pustên heman beş