Amara êrîşên Tirkiyeyê û paşvevekşîna çekdarên PKK’ê di 9 rojên derbasbûyî de

Amara êrîşên Tirkiyeyê û paşvevekşîna çekdarên PKK’ê di 9 rojên derbasbûyî de

Bi sedema hebûna çekdarên PKK’ê di 9 rojan de Tirkiyê herî kêm êrîş li ser 9 gundên Duhokê encamdane.

Bi sedema liv û tevgerên çekdarên PKK’ê di nava gundên ser bi bajarê Duhokê ve, balafirên şer yên dewleta Tirk bi sedan bombe û mûşek li ser hejmareke gund û herêmên diyar yên parêzgeha Duhokê barandine.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kir, ji 10/9/2024 heya 18/9/2024 balafirên şer yên Tirkiyê hejmareke gundên Duhokê li deverên Berwarî Bala û Nihêlê bombebaran kirine û zirarek pir mezin bi xweza û aqarê wan herêma gihandiye.

Çavkaniyên Darka Mazî destnîşan kir, sedema êrîşên berdewam yên dewleta tirk li ser gundên Duhokê bo liv û tevgera bi guman a çekdarên PKK’ê vedigere ku rêxistin dixwaze ev gunde werin vala kirin û bibin qadên şer.

Êrîşên Tirkiyeyê bi vî awa bûne:

10/9/2024an

Saet 11:05î sibê, balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê çiyayê Gare yê hindavî gundê Gîzê yê ser bi devera Berê Garê bombebaran kiriye.

Saet 7:10 Mexrebê, balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.

11/9/2024

Saet 8:15 Sibê, balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê careke din çiyayê Gare yê li hindavî gundê Gîzê bombebaran kiriye.

Saet 9:35 heyanî 10:00 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bazê heya digihe geliyê Bêşîlê yê ser bi nahiya Kanîmasê bi çekê doşka hedef girtiye.

12/9/2024

Saet 1:18 heya 1:27 şevê, balafirên leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Mijê yê ser bi devera berê Garê, û rojavayê tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.

Saet 7:55 Mexreb, helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê careke din geliyê Bazê bombebaran kiriye.

Saet 11:40 şevê, helîkopterên leşkerê tirkyeyê careke din geliyê Bazê bi çekê doşka hedef girtiye.

13/9/2024

Saet 3:50 şevê, balafirên Tirkiyeyê careke din hindavî gundê Gîzê bombebaran kiriye.

14/9/2024

Saet 3:39 Nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê Deriyê Bêra ku dikeve nêzî tunela PKK’ê ya li hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.

15/9/2024

Saet 12:50 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê careke din Deriyê Bêra ku dikeve nêzî tunela PKK’ê ya li hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.

Saet 12:45 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê gundê Dergela Musabegê yê ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.

Saet 12:50 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê careke din tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.

Saet 7:20 mexreb, topxaneyên leşkerê Tirkiyeyê sînorê gundê Mijê bombebaran kiriye.

9:00 heyanî 9:15 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê careke din geliyê Bazê heya digihe geliyê Bêşîlê yê ser bi nahiya Kanîmasê bi çekê doşka û mûşekan hedef girtiye.

16/9/2024

Saet 10:20 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê dîsa tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.

17/9/2024

Saet 9:25 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Hespa yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.

18/9/2024

Saet 12:30 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê careke din tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.

Saet 12:15 heya 12:30 şevê, balafirên Tirkiyeyê careke din Geliyê Bazê bi çekê doşka û mûşekan hedef girtiye.

Saet 8:50 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê aqarê gundê Sêdera yê ser bi nahiya Çemankê bombebaran kiriye.

Saet 9:00 heya 9:30 şevê balafirên şer yên Tirkiyeyê serê çiyayê Xêrê li hindavî geliyê Qadê û pişta gundê Serkaf yê ser bi nahiya Etrûş bombebaran kiriye.

Saet 9:04 şevê, topxaneyên Tirkiyeyê pişta gundê Sergelê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.

Saet 11:55 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê bi çekê doşka tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê hedef girtiye.

Ji Gulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta tirk, rêxistina PKK’ê bi mebest çekdarên xwe dişîne derdora gundên parêzgeha Duhokê, ev gund dewam dikevin ber êrîşan û vê nîgeraniyek mezin li cem şênîyan çêkiriye û PKK’e vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Duhokê werin vala kirin.

Pustên heman beş