Jineke Swêdî bi tometa tevlîbûna di jenosîda Êzidiyan de tê darizandin

Jineke Swêdî bi tometa tevlîbûna di jenosîda Êzidiyan de tê darizandin

Desthilatdarên Swêdê tometa jenosîdê û şerê metirsîdar ê li dijî jin û zarokên Êzidî li Sûriyeyê didin pal jineke Swêdî.

Desthilatdarên Swêdê îro (Pêncşem, 19.9.2024) tometa jenosîdê û şerê metirsîdar ê li dijî jin û zarokên Êzidî li Sûriyeyê daye pal jineke Swêdî, ku navê wê Lîna Leyna Îshaq e û jiyê wê 52 sal e.

Desthilatdarên Swêdê amaje jî daye, “Lîna Leyna Îshaq di dema navbera salên 2014 û 2016ê de li Reqeya paytexta DAIŞê gelek tawan dijî mirovahiyê xasma li dijî jin û zarokên Êzidî kirine.”

Daxwazkera Giştî ya Bilind a Swêdê Rîna Dîvgon jî li ser vê mijarê di ragehandinekê de got, “Ev cara yekê ye tawanbarên DAIŞê ku li dijî Êzidiyan tawan kirine li Swêdê tên darizandin.”

Herwesa li dû ragehandineke din Dadgeha Dadiyê ya Stokholmê, Lîna Leyna Îshaq di dema navbera salên 2014 û 2016ê de li Reqeyê gelek jin û zarokên Êzidî desteser kirine û ji aliyê leşî û derûnî ve bi awayekî dijwar eşkence dane û mafên wan ên destpêkî li ser bingeha rewşenbîrî, olî û sêksî tevt kiribûn, ku ev jî binpêkirina tevaya qanûnên navdewletî ye.”

Dadgeha Dadiyê ya Stokholmê bal kêşaye ser wê yekê jî ku, armanca vê tometbarê nehêlana tevaya an jî pareke Êzidiyan bûye, wekî pareke wan hevrikî û şerên çekdarî yên ku di derheqa wê pêkhateyê de hatine kirin.

Pustên heman beş