Bûbê Eser
Al namûs e, al welat e, al azadî ye, al xwenasî ye. Al remz û sembola welatekî ye. Her miletek her welatek bi ala xwe têne naskirin. Bi nerîn û dîtina alekê mirov dizane ku xwediyê wê alê kî ye an kîne. Ji ber vê girîngiyê ye ku di rêbazê de al bi xetên qalind hatiye destnîşankirin ku divê kurd xwedî li ala xwe derkevin.
Em Kurd jî xwedê ala xwe ne û ev al hebûna me di qada navneteweyî de dide nasîn ku em kurd in. Ev ala pîroz ji şoreşa agirî de reng û dengê xwe weke ala kurdî girt. Di komara Kurdistanê ya li mahabadê de ev al weke ala dewleta kurdî hate danesîn û naskirin. Li hemî cih û warên fermî û li serê çiyayên Kurdistanê, di kuçe û kolanên bajar û gundên Kurdistanê de bi awayekî fermî hatibû bilindkirin.
Piştî têkçûna Komara Kurdistanê, pêşewa Qazî Muhemed ev ala pîroz radestê Barzaniyê nemir kir ku rojekê ew vê bi azadî li ser çiyayên Kurdistanê bilind bike. Di kuçe û kolanên Kurdistana azad de bê daliqandin. Bajar û kolan bi wê bê xemilandin.
Barzaniyê nemir jî ev al ango ev emaneta pîroz ji destê pêşewa Qazî girt û ew parast da ku rojekê wê daxwaza Qazî pêk bîne. Ji wê rojê de ye ku êdî ev al weke ala hemî Kurdistaniyan hatiye û tê qebûlkirin.
Parastin û hildana wê, xwedî lê derketandina wê, bû xaleke sereka ya rêbaza pîroz. Ji ber al sembol û remza welatekî ye. Ji ber ku rêvebirên rêbaza pîroz di wê baweriyê de bûn ku bê al tu nikare bibe dewlet. Ji ber vê bû ku wan, ew parastin û xwedî lê derketin.
Ji ber vê ye ku divê her kurdên ji xwe, ji welatê xwe hez dikin, pêwîst e ku vê alê weke roniya çavên xwe biparêzin. Ji roja ku Barzaniyê nemir ev al ji destê nemir pêşewa Qazî girt û heta îro ev al li ser destê Barzaniyan hatiye û tê parastin.
Devavêtin û neqebûlkirina wê di rêbazê de bûye xeta sor. Loma jî piştî azadiya başûrê Kurdistanê ev ala pîroz li seranserê Kurdistana azad hate darvekirin, bilindkirin û qebûl kirin ku ev al ya hemî Kurdistaniyan e. Bi vê jî daxwaza pêşewa Qazî anîn cih.
Ji ber vê girîngiya alê ye ku dagirkerên me û pêgirtin wan, heta ku ji destê wan tê dê nehêlin û nexwazin kurd vê alê weke ala xwe bipejirînin û qebûl bikin. Qebûlkirina vê alê tê wateye Kurdistaneke serbixwe. Kurdistaneke serbixwe jî nayê hesabê dagirker û pêgirtên wan.
Lê ev ala pîroz li ser destê Barzaniyan weke ala hemî kurd û kurdistaniyan hatiye nasîn û qebûlkirin. Qedexeya li ser vê ala pîroz li bakurê kurdistanê bi hatina rêzdar serok Mesûd Barzanî ya bajarê qedim Diyarbekirê û çûyina wî ya li Stenbolê ku ev al wê demê û cara ewil li balafirgeha Stenbolê û li Diyarbekirê hate hildan.
Piştî van herdu seredanana qedexeyên weke berê li ser ala kurdî li bakurê kurdistanê hate rakirin. Ew roj, ev roje ku êdî li bakurê kurdistanê ala pîroz tê hildan. Di meş û xwepşandinan de, di civîn û şahiyên li bakurê kurdistanê de al tê bilindkirin ango darvekirin.
Dema ku em behsa rêbazê û şoreşên wê dikin ew jî weke şoreşekê bû ku bi hatina serok Barzanî ya tirkiyê û bakurê Kurdistanê, qebûl bikin. Qebûl bikin ku bi hatina wî êdî tund û tûjiya li ser ala kurdî hate rakirin. Wan seredanên serok Barzanî weke şoreşekê li bakurê kurdistanê pêk hatibû, hate dîtin. Ji ber ku ji wê rojê û pêve êdî ala Kurdistanê her çiqasî ne fermî jî be, lê hildana wê û bi karanîna wê di aheng, civîn û şahiyên têne kirinê de, alê jî cihê xwe girtiye.
Helbet gelek şoreş û guherandinên mezin li ser destê rêbaza pîroz di her çar perçên kurdistanê de hatine û têne kirin. Lê hin vê nabînin an naxwazin bibînin ku bi serpreştiya rêbaza pîroz gelek şoreş hatine kirin.
Ji ber ku ev al jî deng û rengê Kurdan û welatê wan kurdistan e. Divê bi tu awayî neyê qebûlkirin ku hin kes wê bixin bin lingên xwe. Me gotibû al namûs e û divê em weke kurd xwedî li namûsa xwe derkevin. Aha rêbaz jî vê dike û ala pîroz di ser her tiştekî xwe re digirin.
Ew kes, partî û tevgerên vê alê weke ala Kurdistanê qebûl nekin, rûmet û qîmeta wê negirin, divê mirov ji kurdbûna wan şik bike. Ji ber ku dagirkerên me tu caran naxwazin wê weke ala kurdistaniyan qebûl bikin. Loma bi qedexeyên li ser wê dixwazin wê tune bikin.
Madem al hebûne divê em li hebûna xwe xwedî derkevin. Madem al namûs e divê em li namûsa xwe xwedî derkevin. Madem al welat e divê em xwedî li welatê xwe derkevin.