Erdogan: Ji bo hevdîtinê em li benda bersiva Beşar Esed in

Erdogan: Ji bo hevdîtinê em li benda bersiva Beşar Esed in

Serokomarê Tirkiyeyê got, ew êdî dixwazin bi Sûriyeyê re pirsgirêkan bidawî bikin û wî banga hevdîtinê li Serokê Sûriyeyê kiriye û niha li benda bersiva wî ye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, li gel Wezîrên Derve û Darayî, bi armanca beşdariya 79emîn civîna Neteweyên Yekgirtî ber bi Amerîkayê bi rê ket.

Erdogan li Firokexaneya Stenbolê ragihand, li navçeyê krîz û alozî zêde bûne û ji ber vê giringiyeke mezin didin asayîkirina pêwendiyan û diyalogê.

Erdogan got: “Divê krîza Sûriyeyê êdî dawî bibe. Bêaramiya wê derê bo rêxistinên terorê dibe bingeh. Ji bo aramiya tevahiya Sûriyeyê, gavên ku Tirkiye û Sûriye bi hev re bavêjin hene.”

Herwiha got: “Em dibînin ku aliyên opozisyonê, demek e pabendî proseya bêpevçûnê dibin, ev yek deriyê ji bo çareseriyeke bingehîn vedike.”

Amaje bi wê jî kir, “Li derveyî Sûriyî bi milyonan kes bo vegerê rawestiyane. Me banga xwe kir. Ji bo asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê me îradeya xwe ya hevdîtinê li gel Beşar Esed nîşan da. Em niha li benda bersiva wanin.”

Pustên heman beş