Wexta çend roj berê li Beyrûtê (Lubnanê) Willkie – Talkie (!) di dest û çentên xelkê de teqîyan, hatin teqandin û bi dehan kuştî û bi hezaran jî birîndar bûn, yekser pêlava Mekap ya endam û şervanên PKK hate hişê min.
Wextekî (çend sal berê) mi xwest li ser pêlava Mekapê û heraketa PKK binivîsim. Di vê navêde mi fikra xwe ji bo dostekî bi rêya telefonê bahskir. Min dît waye wî nivîsandiye û belav jî kiriye. Min jî dev ji nivîsê berda.
Ev çend rojin teqandinên telefonên walkie – talkie go li Lubnanê di dest û çentên endamên Hizbulahê de teqîyan, carde pêlava Mekap anî bîra min. Wekû tê zanîn pêlava mekap li Tirkîyê û ji terefî tirka ve tê çêkirin û şervanên heraketa PKK jî bes pêlavên Mekapê bikartînin, jin û mêr. Ji dervî pêlavên Mekap çênabe bêne bikaranîn.
Ez ê li vira bahs nekim bê heraketa PKK salê bi çend milyara bes solên Mekap ji Tirkîyê dikirin, ew Tirkîya go xwedê giravî pkk li dijî wê “şerdike”, ez ê bes bahsa gotina wezîrê hundur yê berê Silêman Soylu bikim go digot: em zanin bê numara pêlavên şervanên PKK çiqase ye.
Mebesta Silêman Soylu pêlavên Mekap ê bû. Soylu dixwest bibêje go em yeka bi yeka zanin bê kî kîye û li ku ye. Bi kude dihere, li kudêrê radikeve.
Bê çawa MOSADê Willkie – Talkie amadekirin û xistin destên Hamas û Hizbulahê, ji bo li wan guhdarî bike û wan têxîne bin qontirola xwe, bê şubhê Tirkîyê jî bi rêya pêlavên Mekapê heraket û endamên PKK qontrol dike. Mebesta Soylu jî jê ew bû go digot: “em zanin bê numara her endamên PKK çiqase ye”
Ji alîyekî ve xwedêgiravî PKK li ”dijî Tirkîyê şerdike” û ji alîyê din jî ve bi milyara bes pêlavên Mekap ji Tirkî dikire?
Di vî wextê teknolojîyê de, ma dewleta Tirkî ewqas ahmeq û xeşîme go bîrnebe mîkroçîpa di pêlavan de bicîh bike? Tu şubhe têde tune ye go di her pêlava go Tirkî ji bo endam û şervanên PKK çêdike mikroçîp tunebe.
Reşoyê Darî
22/9/2024
Nivîs ji hesaba Facebookê a nivêser hatiye wergirtin