Li navçeya Umraniye ya Stenbolê rêveberiya ewlehiya navçeyê û fermandariya navendî ya polîs, ji bo tewanbarê ku ji ber diziya motosîkletê hatibû girtin û piştre reviya bû, operasyon da destpê kirin û di dema wê operasyonê de êrîş pêkhat. Gumanbarê ku hate girtin, xwe li çeka polîs da û gule li polîs berdan. Di bûyerê de polîsa jin a bi navê Ş.Y ya 27 salî canê xwe ji dest da. Herwaha polîsê bi navê K.H.S û dayîka kesê gumanbar ya bi navê P.G jî birîndar bûn û li nexwaşxaneyê tên dermankirin.
Bûyer şeva borî demjimêr 22:55ê li taxa Ihlamurkuyu ya navçeya Umraniyê pêkhat. Polîsê Umraniye li hember tewanbarê ku reviyabû operasyon da destpê kirin û piştî ku gumanbar hate girtin xwe li çeka polîs da û çek piştî wergirt gule li polîsan berdan. Tewanbarê bi navê Y.E.Ç yê 19 salî ku ji ber tomara 26 tewanan lêgerîna wî heye, polîsek kuşt û polîsek û dayîka xwe jî birîndar kir.
Derbarê bûyerê de Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê jî daxuyaniyekî nivîskî belav kirû ragehand; Kesê tewanbar piştî ku encama operasyona polîs de hatiye girtin, di navbera wî û polîs de tengezarî derketiye û çeka polîsê li ser erkê xwe jê standiye û gule li polîs û derdorê berdaye. Di encamê de Polîsa jin a bi navê Ş.Y jiyana xwe ji dest daye, herwaha polîseke din ê bi navê K.H.S û dayîka tewanbar a bi navê P.G ya 43 salî jî birîndar bûne. Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike û tewanbarê bi navê Y.E.Ç jî bi birîndarî hatiye girtin.