Artêşa Îsraîlê kuştina Hesen Nesrullah ragihand

Artêşa Îsraîlê kuştina Hesen Nesrullah ragihand

Artêşa Îsraîlê radigihîne, wan Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah di êrîşeke asmanî de li başûrê Libnanê kuşt.

Artêşa Îsraîlî radigihîne, wan Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah di êrîşeke asmanî de li başûrê Libnanê kuşt.

Artêşa Îsraîlê tekez kir, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah duh danê êvarê di êrîşa li ser navenda Fermandariya Navendî Hizbullahê li Taxa Başûr a Beyrûtê de hat kuştin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee jî li ser platforma “X” ragihand, wan Fermandarê Eniya Başûr a Hizbullahê Elî Kerkî û hejmareke ji serkirdeyên din jî di heman êrîşan de kuştin.

Ji aliyekî din ve, Serokerkanê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî di yekem helwest li ser kuştina Nesrullah de got: “Êrîş ji demeke dirêj ve hatibû plankirin û di dema rast de jî hat kirin.”

Halevî tekez kir jî: “Ev ne tiştê dawî yê li ber destê me ye. Peyam hêsan e: Her kesê ku gefan li welatiyên Îsraîl bixwe, em dizanin çawa xwe bigihînin wî.”

Berpirsekî Îsraîlî duhî gotibû: “Êrîşa roja Înê bi mebesta şikandina hêza Hizbullahê, bi rêya kuştina rêberên wê yên bilind bû. Eger êrîş biser bikeve, Îsraîl dê xwe ji êrîşeke bejayî li ser wî welat dûr bixe.”

Pustên heman beş