Hizbullaha Libnanî bi fermî kuştin Sekreterê Giştî yê wê partiyê Hesen Nesrullah piştrast kir.
Hizbullaha Libnanî îro 28ê Îlonê bi daxuyaniyekê piştrast kir, Sekreterê wê Hesen Nesrullah duhî di êrîşeke Îsraîlê li ser taxa Başûr ê Beyrûtê de hat kuştin.
Herwiha Hizbullahê amaje bi wê kir, ew ê “cîhada xwe ji bo rûbirûbûna dijmin, piştgiriya Xezze û Filistînê, parastina Libnan û gelê wê” bidomînin.
Îro pêştir Artêşa Îsraîlê ragihandibû, Nesrullah duh danê êvarê di êrîşa li ser navenda Fermandariya Navendî Hizbullahê li Taxa Başûr a Beyrûtê de hatiye kuştin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee jî li ser platforma “X” ragihand, wan Fermandarê Eniya Başûr a Hizbullahê Elî Kerkî û hejmareke ji serkirdeyên din jî di heman êrîşan de kuştin.
Ji aliyekî din ve, Serokerkanê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî li ser kuştina Nesrullah de got: “Êrîş ji demeke dirêj ve hatibû plankirin û di dema rast de jî hat kirin.”
Halevî tekez kir jî: “Ev ne tiştê dawî yê li ber destê me ye. Peyam hêsan e: Her kesê ku gefan li welatiyên Îsraîl bixwe, em dizanin çawa xwe bigihînin wî.”