Supaya Pasdarên Îranê ragihand, Fermandarê Operasyonên Supaya Pasdaran General Abbas Nîlfiroşan duhî Înê di encama êrişa asmanî ya Îsraîlê de li Libnanê hat kuştin.
Rojnameya Îranî “Kayhan” ku nêzîkî Rêberê Olî Elî Xamineyî ye, kuştina Fermandarê Hêza Qudisê ya Pasdarên Îranê General Abbas Nîlfiroşan, li Libnanê piştrast kir.
Hat ragihandin, Abbas Nîlfiroşan û çend fermandarên din ên bilind ên Pasdarên Îranê û Hizbullahê di civînekê de bûn, ku piraniya wan di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê duhî êrîşî Baregeha Sereke ya Hizbullaha Libnanî li Taxa Başûr a Beyrûtê kir û ragihand, wan Sekreterê Hizbullahê Hesen Nesrullahê kiriye armanc.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê (NNA) ragihand, Îsraîlê bi kêmanî 11 êrîşên asmanî li ser Taxa Başûr a, Beyrûtê û çend deverên li başûrê Libnanê pêk anîne.
Hizbullaha Libnanî jî îro 28ê Îlonê bi daxuyaniyekê piştrast kir, Sekreterê wê Hesen Nesrullah duhî di êrîşeke Îsraîlê li ser taxa Başûr ê Beyrûtê de hat kuştin.