Hêza asmanî ya artêşa Israîlê li roja Yekşemê êrîşeke asmanî kir ser çend avahiyên akincîbûnê li ser rêya Dîmeşq – Beyrûtê li rojavayê Dîmeşqê. Piştî wê êrîşê Mahir Esed ê birayê Serokê Sûriyeyê ne diyar e.
Çavkaniyeke serbazî ji rojnameya Quds El-Erebî re ragehandiye ku, dronekê bi sê moşekan vîlaya Mahir Esed ê birayê Serokê Rijêma Sûriyeyê Beşar Esed li devera Yafûrê li gundên rojavayê Dîmeşqê bombebaran kir, bê ku bizane rêjeya ziraran çend e.
Li dû gotina wê çavkaniyê, dengê wê teqînê li asmanê gundê Dîmeşqê li Dîmas – Yafûr û Sebûreyê hatiye bihîstin. Herwesa Israîlê helmeteke cuda cuda li devera Wadî Henayê li bajarê Qesîrê li gundên Hemsê li naverasta Sûriyeyê kiriye.
Ji aliyekî din ve, Dezgeha Sanayê ya Fermî ya Rijêma Sûriyeyê di raportekê de ragehand ku, dengê teqînan li derdora Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê hatiye bihîstin.
Çavkaniyên nefermî yên Sûriyeyê bi rêya pilatformên medyaya civakî parve kiriye, “Vîlaya Mahir Esed, fermandeyê binav Lîwaya Çarê ya artêşa Sûriyeyê, li devera Yafûrê li gundên Dîmeşqê hatiye bombebarankirin.”