Artêşa Îsraîlê amadekariyan dike ku biçe nav axa Lubnanê û operasyonên bejahî bike. Hemî alî û heta Amerîka jî haydariyan dide Îsraîlê ku, ev karekî baş nabe û di berjewendiya wê de nîne.
Piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrula ji aliyê Îsraîlê ve, niha behsa çûna nav axa Lubnanê û operasyonên bejahî tê kirin. Amerîka jî haydariyê dide ku, karekî ji wî rengî alîkariya vegeriyana Îsraîliyan ji bo malên wan nake.
Raport amajeyê didin amadekariyên artêşa Îsraîlê ji bo bicihanîna operasyona bejahî li dijî Hizbulahê li nav axa Lubnanê, ev jî şerî derbazî qonaxeke nû ya metirsîdar dike.
Pêştir artêşa Îsraîlê çend caran amadebûa xwe ji bo çûna nav axa Lubnanê û armanckirina pêgehên Hizbulahê diyar kiriye. Herwaha dibêje, “Me ezmûneke gelek baş ji şerê meydanî yê Xezeyê û li dijî Hemasê wergirtiye.”
Artêşa Îsraîlê diyar kir: “Pilaneke temam ji bo êrîşa bejahî ya li ser Lubnanê hatiye danan û rahênanên pêdivî jî ji bo vê armancê bi serbazan hatine kirin.”
Armanca wê operasyonê jî gerentîkirina ewlehiya sinorên Îsraîlê bi Lubnanê re û rêgirtina li êrîşeke wekî ya 07.10.2023ê li ser Îsraîlê ye, herwesa nehêlana pêgeh û bingehên Hizbulahê li nêzî sinorên Îsraîlê ye, ji bo ku welatiyên deverên bakurî bikarin bi silametî û bê tirs vegerin malên xwe.
Ji bo vê meremê jî, artêşa Îsraîlê du yekîneyên serbazî bi navên Îtziyonî û Alon çê kirine û şandine ser sinorên wî welatî.
Hikûmeta Îsraîlê heta niha bi awayekî fermî niyeta xwe ji bo operasyona bejahî bo nav axa Lubnanê diyar nekiriye, lê ajansa Îsraîl Hiyomê parve kiriye, “Nehanyahu û Gallant heftiya borî razîbûna xwe li ser çûna nav axa Lubnanê ji bo hêzên Îsraîlê diyar kiriye.”
Di eynî demê de Amerîka û welatên din bi awayekî berçav çend caran haydarî daye ku, operasyona bejahî bo nav axa Lubnanê di berjewendiya Îsraîlê û ewlehiya deverê de nabe. Koçka Spî jî amaje daye, şerekî seranserî li dijî Îran û Hizbulahê ji bo vegeriyana awareyan bo nav mal û halên wan li bakurê Îsraîlê alîkar nabe.