Sipaha Pasdaran: Me bi dehan mûşek arasteyî Îsraîlê kir

Sipaha Pasdaran: Me bi dehan mûşek arasteyî Îsraîlê kir

Sipaha Pasdaran a Îranê, piştî êrîşa îro êvarê ragehand: “Me bi dehan Mûşek arasteyî Îsraîlê kir û eve jî tolgirtina Heniye û Nesrulah û Nîlfiroşan bû.”

Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekbûyî jî ragehand: “Eger Îsraîl bersiv bide û zêdetir êrîş bike, dê bersiva me wêrankertir be.”

Ajansa Reuters radigihîne ku berpirsekî payebilind ê Îranî got, “Êrîş bi fermana Rêberê Bilind Elî Xamineyî hatiye kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê bi fuzeyên balîstîk hatin kirin û heta niha ziyan û encamên êrîşê diyar nînin.

Êrîşên Îranê berdewamin û artêşa Îsraîlê jî hişyarî daye hemwelatiyên xwe ku di malên xwe de bimînin û xwe biparêzên.

Êvara îro 1.010.2024, Komara Îslamî ya Îranê, êrîşên mûşekî ya li dijî Îsraîlê da destpê kirin.

Li gor çavkaniyên çapemeniyên îsraîlê, herî kêm 102 mûşek ber bi Îsraîlê ve hatin şandin, kanala 12 ya Îsraîlê jî got ku 400 mûşek hatine avêtin.

Pustên heman beş