Mesûd Pizîşkiyan: Ev êriş ji bo parastina Îraniyan bû

Masoud-Pizishkiya-Net

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ev êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê ji bo parastina berjewendiyên Îraniyan bû.

Mesûd Pizîşkiyan li ser êrişa artêşa welatê xwe ya li hemberî Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.

Mesûd Pizîşkiyan li ser êrişê wiha got: Li gorî mafên xwe yên rewa û bi armanca ewlehî û îstîqrara Îranê û herêmê bersiva rejima siyonîst hat dayîn. Ev pêngav ji bo parastina berjewendiyên Îran û Îraniyan bû.

Bila Benyamin Netanyahu bizanibe ku Îran ne şerxwaz e lê dê li hemberî her tehdîtekê raweste.  Ev tenê beşek ji şiyana me ya leşkerî ye.”

Mesûd Pizişkiyan her wiha hişyarî da Îsraîlê ku rûbirûyê Îranê nebe.

Pustên heman beş