HRW: Ciwanên şoreşger zarokan tevlî komên çekdar yên girêdayî HSDê dike

HRW: Ciwanên şoreşger zarokan tevlî komên çekdar yên girêdayî HSDê dike

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) dibêje, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ser bi Rêveberiya Xweser ve zarokan li Rojavayê Kurdistanê tevlî grupên çekdar dike, ku ew rastî tundiyê tên û bandorên neyênî yên laşî û derûnî yên demdirêj li ser wê çêdibe.

Li gorî dawî raporta HRWê, Ciwanên Şoreşger hejmarek kur û keçên 12 salî ji malbat û dibistanên wan revandine û ew tevlî grupên çekdar kirin û rê nade ku malbatên wan pêwendiyê bi zarokên xwe re bike.

Cîgirê Rêveberê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di HRW de Adam Coogle got: “Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) soz daye ku hemû cureyên çekdarkirina zarokan bi dawî bîne, lê proseya çekdarkirina zarokan berdewam e û ev yek xemsariya HSDê di vî warî de nîşan dide. Desthilatdarên defakto jî li hemberî Tevgera Ciwanên Şoreşger ti tedbîr negirtine.”

Coogle got jî: “Divê HSD’ê tedbîrên lezgîn û bi biryar bigire, da ku hemû komên ku li herêmên di bin kontrola wê de tevdigerin, pabendî biryaran bibin û zarokan biçek nekin.”

Di raporta HRW hat: “Tevgera Ciwanên Şoreşger tevî ku ne komeke çekdar e jî, lê bi awayekî kûr di nava pêkhateyên siyasî û leşkerî yên Rêveberiya Xweser de cih digire û zarokan tevlî komên çekdar ên girêdayî HSD’ê dike.”

HRW tekez dike, “Çekdarkirina zarokan li dijî yasayên navdewletî û mirovî ye. Li gorî Destûra Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, biçekkirin an karanîna zarokan bi vî rengî, tawanê şer e.”

Human Rights Watch got jî, wan di 26ê Tebaxê de nameyek ji HSDê û Rêveberiya Xweser re şand û tê de daxwaza zanyariyan derbarê rola Tevgera Ciwanên Şoreşger di çekdarkirina zarokan de û plan û pêngavên rayedaran ji bo çareserkirina vê mijarê, kir. Lê wan ti bersiv nedin.

Di raporta xwe ya dawî ya salane de, Sekreterê Giştî yê NY hemû aliyên şer li Sûriyeyê bi çekdarkirina zarokan tometbar kir, ku 231 haletên ku ji aliyê NY ve di sala 2023an de hatine piştrastkirin, ji aliyê HSD û komên ser bi wê ve hatibûn kirin.

Rêxistina Sûriyê ji bo Rastî û Dadmendiyê jî di Tîrmeha 2023an de di raportekê de weşand, tenê di nîvê yekem a sala 2023an de, 43 haletên çekdarkirinê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatine kirin.

Pustên heman beş