8 leşkerên Îsraîlê li başûrê Beyrûtê hatin kuştin û 7 jî hatin birîndarkirin

8 leşkerên Îsraîlê li başûrê Beyrûtê hatin kuştin û 7 jî hatin birîndarkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand, di pevçûnên li başûrê Libnanê de, 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê îro 2ê Cotmehê ragihand, di encama şer û pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û çekdarên Hizbullahê de, 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê diyar kir, ji nava wan 8 leşkeran, 3 efser in.

Ji aliyê xwe ve, Hizbullahê ragihand ku di dema pêşdeçûna artêşa Îsraîlê de, wan 3 tankên Merkava yên Îsraîlê teqandine.

Artêşa Îsraîlê roja 1ê Cotmehê li başûrê Lubnanê dest bi êrîşeke bejayî kiribû. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî got, “êrîşên bejayî yên Îsraîlê li başûrê Libnanê dê baregehên Hizbullahê yên li ser sînor bikin armanc.

Hagari got: “Hizbullah gundên Libnanê yên li nêzîkî gundên Îsraîlê, veguherandine baregehên leşkerî, ta ku ji wir ve êrîşî Îsraîlê bikin.” Tekez kir jî, “şer bi Hizbullah re ye û ne bi gelê Libnanê re.”

Pustên heman beş