Serokê mezintirîn partiya opozîsyona Tirkiyeyê, dê serdana Şamê bike û bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re bicive.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel di hevpeyvîneke taybet de ragihand, ew ê serdana Sûriyeyê bike û ligel Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bicive û navbeynkariyê di navbera her du hikûmetên Enqere û Şamê de bike.
Ozel da zanîn, wan nameyek ji serokayetiya Sûriyeyê re şandiye, ku bersiva wî bi erênî hatiye dayîn û niha ew li benda diyarkirina roja serdanê ye.
Serokê CHPê got, pêwendiyên wan bi hikûmeta Sûriyeyê re dewam dikin û her du alî bi rêya dîplomasiyê bi hev re tevdigerin.
Pêştir jî Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel gotibû, ew hewl didin hevdîtinekê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re pêk bînin.
Daxuyaniyên Ozel piştî wê tê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan demek e hewl dide peywendiyên bi Şamê re asayî bike, lê şert û mercên pêşwext ên Sûriyeyê hene ku pêvajo rawestandiye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dema borî de gotibû, ti sedem nînin ku rê li ber danîna peywendiyên dîplomatîk di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bigirin.