Bûbê Eser
Li gor tecrûbe, zanîn û têgihiştinê, rêya çareserî û xwe azadkirina gelan girêdayî rê û rêbazekê ye. Ji ber vê ye ku her milet gava ewil xwe dikin xwedî rêbazekê. Rêbaza xwe bi desthilat an jî serok û rêvebirên xwe dide zanîn ku divê li gor rêbaza xwe tekoşîna azadiya gelê xwe bide û didin.
Em kurd jî weke miletekî ji teref çar dagirkeran ve hatine dagir kirin. Wan her yekî ji xwe re perçayekî kurdistanê kirine koloniya xwe. Sererd û binerda me ji xwe re dixwin û kurdan jî weke koleyên xwe dibînin. Dibêjin: “Mafê kurdan heye ku li welatê me bijîn, lê bi şertê ku xulamtiya me bikin”. Di virde ya girîng ew e ku him welatê me perçekirine û him jî me kurdan weke xulamên xwe dibînin.
Li hember vê talanî û wêraniya dagirkeran Kurdan gelek tekoşîna dan. Lê ji bilî tevgera Barzaniyan yên din bi serneketin. Ji ber ku roja Barzaniyan dest bi tekoşîna li hember dagirkiriyê kirin, gotin: “Em li ser erda xwe, ji bona xwe tu desthilatên biyanî qebûl nakin”. Her weha kirin û başûrê Kurdistanê azad kirin. Her çiqasî Komara Kurdistanê li Mahabadê hate damezrandin jî, lê ew jî piştî salekê hate rûxandin û kurd bi temamî têk çûn.
Ji bona şoreşeke nû û berxwedanên li hember dagirkeran Barzaniyan gelek caran wenda kirin, lê tu caran nehatin qedandin ango hewes û hêrsa wan ya azadiya Kurdistanê her bi wan re zîndî bû. Ruhê berxwedanê bi wan re xurtir dibû. Qawet û hêza xwe ji rêbaza xwe digirtin.
Barzaniyan fêm kiribûn ku miletekî bixwaze xwe azad bike, divê xwedî rêbazekê be. Ji ber ku rêbaz rênîşandin û tariya ku milet di navde dijî, rohnîkirina wê ye. Bi vê zanebûnê bingeha rêbazê ji teref Abdulselamê yekem hate danîn. Abdulselamê dudan, Şêx Mihemed û Şêx Ehmed ew rêbaz bi nerîn û dîtinên xwe geştir û berfirehtir kirin.
Barzaniyê mezin û nemir li gor wê rêbaza ku hatibû danîn tekoşîna azadiya Kurdistanê li gor destûr, bername û xalên wê, bi şoreşa îlona 1961an hate destpêkirin. Vê şoreşê kurdên ji qudûm ketibûn, rakir ser nigan. Kurdên bê hêvî mabûn, bi hêvî kir. Kurdên ku ber bi tirkbûn, ereb bûn û farisbûnê ve diçûn li xwe vegerand ku ew kurd in, ne qediyanin û zîndî ne.
Dagirkerên kêf û şahî dikirin ku wan kurd bi temamî qedanin. Êdî wê nikaribin li hember wan tekoşînê bidin, bi şoreşa îlonê û bi serpereştiya Barzaniyê nemir, bi hêz û qaweta pêşmêrgeyên qehraman, kurd li seran serên cîhanê ji nûde zîndî bûn. Li xwe hay bûn ku ew hê bi temamî neqediyanin…
Bi destpêka şoreşa îlonê û heta nih, germbûna şerê azadiya gelê kurd ya li başûrê Kurdistanê, tîna xwe ango germa xwe da perçên din jî ku ew jî ji xewa mirinê şiyar bûn. Rabûn li dor xwe nerîn, dîtin ku waye kurd zindî ne û şoreşa azadiya gelê xwe didin.
Ez di dema xwendakariya xwe de, weke ciwanekî çarde, panzde salî bi dengê şoreşê hatim ser heşê xwe. Wî dengî hizra neteweyî bi min û gelek ciwanên kurdên bakurê Kurdistanê re geş kir. Di dibistanan de, êdî ciwanên weke min, me gelekan bi hevre bi propagandayên xwe alîkarî û piştgiriya şoreşê dikirin. Herku dengê guleya azadiyê diket guhên me, me jî bê tirs karê siyasî yên ji bona kurdistanê dikir. Me hêz û qaweta xwe, hêvî û baweriyên xwe, bi dengê wê guleya li hember dijmin dihate teqandin, digirt.
Bi wê germbûn û bi kêfa ku em ê kurdistanê azad bikin, ez û hin hevalên xwe li bajarê Mêrdînê di dibistanan de ketin nava tekoşîna bi ciwanên kurd re da ku yekitiya ciwanên xwendekar yên dihatin bajarê mêrdînê pêk bînin. Li bajarê mêrdînî di salên 1971ê de min û çend kesên din, me serpreştiya ciwanên kurd dikir ku wan li hember erebên tadê li kurdan dikin, bi rêxistinî bikin.
Dema ez û hevalên xwe ketin nava çalakî û xebatên xortên kurdan ku wan bi rêxistinî bikin ango yekitiya wan ava bikin. Bêyî ku em bizanibin çend kesên bi temenê xwe ji me mezintir di nava me de hebûn ku endamên pdkt bûn. Bi çalakî û xebatên xwe, ez ketibûn berçavên rêvebirên partiyê ku min jî bikin endam. Berendametiya min ji ber hin sedemên ku ez ji bona kar li bajarên mezin yên tirkiyê bibînim û bixebitim ji kurdistanê bi dûr ketim. Ji ber vê endametiya min ma heta sala 1975an û di divê salê de li Diyarbekirê min sonda xwe xwar û bûme endamê PDKT. Di sala 1975an him bûme endamê PDKT him Uniwersiteya aborî qezenc kir û him jî li Diyarbekir kar dît ku him bixwînim û him jî kar bikim.
Piştî endambûn û naskirina rêbaza pîroz, min hemî karên xwe yên siyasî li ser xeta vê rêbaza pîroz meşand û dimeşînim. Ez yek ji ciwanên wê demê bûm ku min pir dixwend. Loma fêr bûm ku azadî û serxwebûna kurdan di rêbaza pîroz de ye.
Min heta niha xeta xwe ne guherî û her li gor rêbaza pîroz karê xwe yên siyasî jî domand û didomînim. Niha di 70 saliya xwe de jî dixwazim ku heta ji min bê li ser vê rêbaza pîroz binivîsînim. Bi vê, dixwazim wan ciwanên hêja ku li ser destê hin rêxistinên li ser navê kurdan lê di xizmeta dagirikerande ye, propagandên wan yên li dij vê rêbaza pîroz binivîsînim û derewên wan bi gelê xwe û ciwanên kurd bidim zanîn.
Dagirkerên me, xaîn û xwefiroşên nava me her xwestine û dixwazin kurd rêbaza xwe nas nekin. Ji ber ku ew baş dizanin, bi naskirina rêbaza pîroz kurd dê xwe azad bikin û ev jî nayê hesabê wan.
Ez jî bi qasî zanîn û kanîna xwe li ser rêbazê dinivîsînim ku kurd vê baş nasbikin û bi nasîna wê dê azadiya xwe jî bibînin.
Helbet karê hazirkirin ango nivîsandina li ser rêbazê ne karê şexsekî ye. Lê bi xebatên şexsan mirov hin quncikên tarî rohnî dike. Heger rojekê komîteyek berfireh bê dameziranin, hemî xebatên li ser rêbaza pîroz, bicivînin û weke pirtûkekê pêşkêşî gelê Kurdistanê bike dê baştir be.
Xebat û nivîsên min yên li ser rêbaza pîroz ji sala 1975an û heta niha her berdewam e. Armanca min bi nivîsandina li ser rêbaza pîroz, ew ku heta bikaribin li ser asasê rastiyê rêbazê bidim naskirin. Helbet wê hin kêmaniyên min jî hebin. Lê dîsa min hewl da ku binivîsînim da ku ev li dibistanan bê xwendin. Bê xwendin da ku ciwanên nifşê nû bi rêbaza xwe mezin bibin.
Dema ku ciwanên kurd bi vê rêbazê mezin bibin, ev tê wê wateyê ku êdî hebûna Kurdistanê misoger e. Civateke ji rêbaza xwe dûr be, dikare bi gelek kêmaniyan bijî û hizra neteweyî bi wan re kêm be. Ji dêlva li welatê xwe ê azad bisekinin û wê avadan bikin, wê çavên wan li reva derve ango li welatên ewropa be.
Fêm nakin ku dema welatên ewropa jî hatin azadkirin, rewşa gelekan ji ya Kurdistana niha xerabtir bû. Lê piştî azadiya xwe, hemiyan dest dane hev welatê xwe avadan kirin ku îro çavên gelek ciwanên welatên paşdemayî li wir e ku welatê xwe biterkînin.
Ez di wê baweriyê de me ku ciwanên kurdan bi giştî û bi taybetî jî ciwanên Barzaniyan rêbaza xwe baş nas bikin, heye. Dema ku wan rêbaza xwe naskirin, wê hemî bi hevre dest bi avadana welatê xwe bikin. Wê welatê xwe weha avadana bikin ku êdî ciwanên welatên din, wê bixwazin li Kurdistanê mafê penabertiyê werbigirin.
Karê herî zor û zehmet piştî azadiyê ye. Heger ciwanên me yên îro li ser rêbaza pîroz kûr, dûr û hûr bibin yek û bifikirin, ez bawerim wê êdî çavên wan ne li reva welatên ewropî be. Wê bi hevre dest bi avakirina welatê xwe ê azad bikin.
Armanc û xebata min ji nivîsanndina li rêbaza pîroz ew e ku vê bi ciwanên kurd bidin naskirin da ku ew êdî fêm bikin, karê herî mezin avadana welatê wan û xwedîlêderketandina rêbaza pîroz e.
Ez dizanim karê rêbazê karekî giran, mezin û berpirsiyarî jê re dixwaze. Hêvîdarim ku li gel hin kêmasiyan, min ev erkê xwe anîbe cih. Daxwaza min ev e ku ev li dibistanên kurdistana azad heftê carekê weke derseke mecbûrê bê dayîn ango xwendin.
Ji ber ku ciwanên bi rêbaza xwe mezin nebin. Dikarin li gel hin kêmaniyan bijîn. Ji ber vê ye ku fêrbûna rêbazê û fêrkirina wê li ser milên hukumeta herêma Kurdistanê û Barzaniyan e. Dûre jî ew kesên ku ji vê rêbazê bawerin divê her yek ji wan jî erkê xwe bîne cih.
Bi hêviya ku min jî ev erkê xwe anîbe cih. Ez ji sala 1975an ji vê rêbazê bawerim ku wê Kurdistaneke azad û serbixwe pêşkêşî gelê xwe bike. Lê ji wê re jî hêz û qawet lazim e. Ew jî weke kurd û bi taybetî Barzanî dikarin vê hêzê bidinê.