Piştî gotina Serokomarê Tirkiye Erdogan a “Îsraîl wê çavê xwe berdê Tirkiye jî” fikarên şerê herêmî zêde bûn. Serokê Parlementoya Tirkiye Numan Kurtulmuş ragihand ku ji bo tehdîda Îsraîlê di 8ê cotmehê de roja sêşemê Parlementoya Tirkiye bicive.
Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de di gotibû: : “Cihê ku Îsraîl piştî Lubnanê lê binêre dê bibe welatê me. Netanyahu Anadoluyê jî di nav xeyalên xwe de cih dike.” Piştî gotinên Erdogan Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî diyar kir ku divê demildest Parlemento di vê derbarê de bê agahdarkirin û got, “Em dixwazin ku ev rûniştin bi girtî pêk were. Ji ber ku piştî gotina ‘Agahiyên xwedî nirxê îstîxbaratê hene. Ez nikarim li vir bibêjim, ev spekulasyon nayên sekinandin.” Li ser vê bangê Serokê parlementoyê Numan Kurtulmuş ragihand ku dê der barê tehdîda Îsraîlê de Meclîs bê agahdarkirin.
Kurtulmuş got, “Bi rêya rêxistinên terorê hewl didin zextê li Tirkiyeyê bikin. Em baş dizanin kî çi ye û çima kîjan gavê davêje. Ev bêîstiqrara Sûriye û Iraqê ye. Divê Tirkiye li hemberî vê hişyar be. Ev mijareke neteweyî ye. Parlemento 8ê Cotmehê roja Sêşemê dê bicive û Wezîrên Karên Derve û Parastinê dê derbarê Îsraîlê de agahdarîyê bidin parlementeran.”