Rojnameyek Îsraîlî: Îsraîl ji bo pêxistina agirê şer li dijî Îranê xwe amade dike

Rojnameyek Îsraîlî: Îsraîl ji bo pêxistina agirê şer li dijî Îranê xwe amade dike

Rojnameya Israel Hume ya Îsraîlê îro 05.010.2024 belav kiriye, ku artêşa Îsraîlê di hemû waran de amadekariyê ji bo pêxistina şer a li dijî Îranê dike, eve jî weke bertekekî êrîşên dawî yê Îranê ne, ku roja sêşema borî, bi sedan mûşekên balîstîk êrîşî Îsraîlê kir.

Gotegota tolhildana Îsraîlê li Îranê, bo lêdana pêgeyên girîng yên petrol û atomên wî welatî, pirsgirêkeke gerim ya çapemeniyane, lê belê Israel Hume ragehandiye: “Îsraîl dixwaze şerekî rasterast bike.”

Girêdayî vê pirsgirêkê, li gor wê rojnameyê, Îsraîl ji bo şerekî wiha hewcedarê hevkarî û rewatiya navneteweyî ye.

Di wê çarçoveyê de, artêşa Îsraîlê ragehandiye: “Divê em rîskan kêm bikin û ji derfetan sûd werbigirin”. Ev jî weke amajeyekî ye ku dixwaze bi tundî bersiva Îranê bide û piraniya êrîşan bidawî bike, wekî ku bi xwe dibêjin.

Ew rojname bêy ku nav bîne, axaftina fermandarekî leşkerî yê Îsraîlê vediguhêze ku gotiye: “Emê bi awayekî bersiva Îranê bidin ku pêştir wekî wê nebû ye.”

Pustên heman beş