Hilbijartin PDK û YNK

Bûbê Eser

Roja 20-10-2024an de hilbijartineke girîng û bi wate li pêşberî Kurdên me yên başûrê Kurdistanê ye. Li gor min ev hilbijartin dê bibe, fikir û ramana xwedî li welatê xwe ê azad derketandinê. Ya jî dê bibe hewldana ku dagirkerên me hespên xwe li meydana azad ya Kurdistanê bidin bezê.

Divê kurdên me yên başûr li gor vê bîreweiyê bibin xwedî helwest. Ev helwest biryar û qerara wan ya roja 20 mehê, wê bi me kurdan û cîhanê bide zanîn ku bi rastî xwediyê kurdistanê û parastina mafê kurdan kî ne? An kîjan partî ye.

Kurd û cîhan baş dizanin ku şerê Barzaniyan ya ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê ev sed salin ku bê westan her hatiye domandin. Barzanî gelek caran ketine, her rabûneke wan bi hêztir û qawetir bûye ku şerê azadiya gelê xwe, bi armanca Kurdistaneke serbixwe berdewam kirine û dikin.

Heger îro, ne ji wê tekoşîn û berxwedana Barzaniyan û PDK ba, hûn bawer bikin wê piştî têkçûna Kurdistanê li Mahabadê kurd dê nemabana. Heger îro em kurd li her çar perçên Kurdistanê li ser linganin, bi saya tekoşîna Barzaniyan ya sed salan e.

Di tekoşîn û berxwedana Barzaniyan de, tim her çar dagirkerên me bi hevre bûne xwedî helwesta ku dê çawa Barzaniyan ji holê rakin da ku tekoşîna Kurdan bi dawî bîne. Cihê xweşbiniyê ku  heta niha jî ew bi serneketin û dê nekevin.

Piştî nebiserketina dagirkeran, wan xwestin ku êdî bi rê û rêbazên xerab, li ser destê hin Kurdan tevgera Barzaniyan û ya gelê kurd têk bibin. Ji ber ku wan baş zanîbûn ku êdî Barzanî bûne Kurdistan. Ji holê rakirin an têkçûna Barzaniya dê bibe wendakirina gelê kurd.

Ji ber vê bû ku dagirkeran bi lepên xwe yên tarî, ketin nava tevgera Barzaniyan ya azadîxwaz û ew li serdestê qaşo hin kurdan perçekirin. Bi vê jî nesekînin. Bi wê perçekirinê şerê brakujî an Kurdkujiyê jî di nava kurdan de misoger kirin. Ew rewş hê jî berdewam e. Her çiqasî hin deman xwekujî sekinî be jî, lê em dibînin ku di van salên dawî de wê fikra kurd xwe bi xwe bibin dijminê hev, roj bi roj geş û berfireh dibe.

Îro ev fikra xwe kuştin ango brakujiyê bi reng û dengekî din di propaganda hilbijartinê de diyar û zelal bû ku ew agirê Îbrahîm Ahmad ji bona Barzaniyan bişewitine pêxistibû, ji nû di li başûrê kurdistanê ji tere nebiyên wî serî hildaye. Kurd dibêjin: ”Çêlikên maran bê jahr nabe”.

YNK ya ku şerê birakujiyê xistibû nava kurdan û bi saya PDK ev demek dirêj e ku li ser daxwaz û biryara serok Barzanî hatibû rawestin, êdî hat zanîn, ku wê ji nûde ew bizrê xwe kuştinê ya ku Îbrahîm Ahmed di nava kurdan da çandibû, dê li ser destê nebiyê wî berdewam bike. Ji ber ku îro nebiyên wî xwe radestî Îranê û dagirkeran kirine ku wê daxwaza wan ya tunekirina Barzaniyan pêk bîne. Lê wê tu caran bi sernekevin.

Mala Bafilê ku aqil û dersa xwe ji dagirkeran girtiye ava be ku wî bê ku bizanibe, yekrêzî û yekitiya nava KDP xurtir kir. Ji ber ku di nava kar û xebatê de carna mirov li kêmanî û şaşiyên xwe hay nabe. Lê Bafilê aqilê wî ne ji kîsê wî ye, PDK bi hêztir û xurtir pêşkêşî gelê kurdistanê kir.

Li gor gotina misilmanan, çawa ku Derya bi devê Seg heram nabe, her weha bi gotina kesên weke Bafil jî PDK têk nare, lawaz û bê taqat nabe, PDK bi xebata xwe ya sed salan bi me kurdan û cîhanê daye zanîn ku ew ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe ragihîne kar û xebatê dike.

Bi vê destkeftiya ku niha li başûrê Kurdistanê bi me kurdan dide zanîn ku PDK xizmetkarê gelê xwe, hemalê barê giran yên kurdistanê ye. PDKê ji roja raperîna 1991an û heta îro çi di nav xwede, çi ji bona gelê xwe û çi jî di qada navneteweyîde çi kar û xizmet pêşkêşî gelê xwe û cîhanê kirî ye, tê dîtin û zanîn.

Helbet di her hilbijartinan de mafê her partiyekê heye ku propaganda xwe bike û projeyên xwe bikin û bibin desthilat pêşkêşî gelêxwe dike da ku gel jî dengê xwe bide wan.

Ji dêlva ku YNK vê bike di propaganda xwe de dest bi derew û boxtanan kir ku weke dagirker dixwazî PDK lawaz û bê qawet bike. Lê PDK ya ku sed salên di tekoşîna azadiya gelê xwe de bûye pispor wê, dê neyê lîstika hin serok û rêberên ku dagirker wan bi kar tînin.

Li gor min tiştên herî baş ku Bafil kir ew e ku êdî PDK hinekî li nav xwe vegere dost û dijmnê xwe ji nûde berçav bike. Alîkarî û piştgiriya hevalbend û dostên xwe zêdetir bike. Divê PDK ji niha û pêde bêtir giranî bide nava xwe. Bêtir xwedî li nivîskar û rewşenbîrên herçar perçan derkeve. Ji ber ku PDK li ser xeta rêbaza pîroz ne partiya perçeyekî tenê ye.

Weke di xalên rêbaza pîroz de jî hatiye destnîşankirin ku ew xwedî li her çar perçên kurdistanê derdikeve û sermiyanê serok Mesûd Barzanî 40 Milyon kurd in. Yên xwedî sermiyanekî weha mezin zehmet ku dagirker û pêgirtên wan, têk bibe.

Ya herî girîng ew ku divê xelkê me, gelê kurd li başûrê kurdistanê bi karanîna dengê xwe yên demokratîk dersekê bide dagirker û pêgirtên wan. Divê ew baş bizanibin ku heger ne Barzanî û PDK be, wê erda Kurdistanê ya azad bibe cihê beza hespên dagirkeran.

Loma dibêjim: Kurdno hay ji xwe û dagirkeran hebin. Vê yekê baş bizanibin ku hêzbûna PDK hêzbûna gelê kurd û Kurdistaneke bi hêztir û demokrattir dike. Heger hûn dixwazin bi azadî, serbestî, rehet û demokrat bijîn, bi dengê xwe hûn dikarin vê bi destbixin.

Ev hilbijartin ezmûna kurdên başûrê kurdistanê ye. Ya hûnê bi dengê xwe, xwe di nava dewletên cîhanî de azad û serbixwe bibînin ku ew jî PDK ye, ya jî hûnê bi dengên xwe,xwe têk bibin. Tercîh, daxwaz û biryar ya we ye.

Pustên heman beş