Firokeyên şer ên Îsraîlê baregeheke artêşa Sûriyeyê li Hemayê û kargeheke otomobîlan li bajarê Humisê bombebaran kirin.
Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, Îsraîlê êrîşên asmanî li ser baregeheke leşkerî li gundewarê Hemayê û kargeheke otomobîlan li navçeya Hisiya ya Humisê pêk anî.
Wî jêderî amaje bi wê jî kir, di encama êrîşên Îsraîlê de tenê ziyanên madî derketine.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, firokeyên şer ên Îsraîlê bi 3 mûşekan êrişî Lîwaya 47an li çiyayê Marîn li gundewarê başûrê Hemayê kir û agir bi wê baregehê ket.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, 4 kesên li kargeha otomobîlan a navçeya Hisiya de, di encama êrîşa Îsraîlê de birîndar bûn.
Pêr 8ê Cotmehê jî Îsraîlê avahiyek li taxa Mezê ya Şamê kiribû armanc û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî amarên Rewangehê, ji destpêka îsal ve Israîlê 106 caran navçeyên cuda yên Sûriyeyê kirine armanc û di encamê de 257 leşker û çekdar hatine kuştin û 181 leşker jî birîndar bûne. Herwiha 40 sivîl hatine kuştin û 52 sivîl jî birîndar bûne.