Di daxuyaniya KCK’ê ya girêdayî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de bi tenê yek hevok rast bû

Di daxuyaniya KCK’ê ya girêdayî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de bi tenê yek hevok rast bû

Memet Mêrdînê

Hevserokatiya Konseya Rêvebera KCK’’ê têkildarî hilbijartinên parlementoya Başûrê Kurdistanê ku wê 20’ê Cotmeha 2024’an bê lidarxistin, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku gelê kurd divê li dijî xeta hevkar û xîyanetê helwest nîşan bide, loma ev hilbijartin pir gorînge. Heyanî virr ti pirsgirêk û şaştiyek di daxuyaniya KCK’ê-PKK’ê de tune, heyanî virr ew rast dibêjin û li ser her Kurdekî bi rûmet û welatparêz pêwîste di hilbijartinên 20î Cotmehê de deng bi alî û namzetên welatparêz bidin û li dijî xayînan bisekinin. Lê belê dema wexta diyarkirna namzet û aliyên welatparêz tê, bêy guman ji ber ku KCK’e-PKK’e bi xwe û serokê xwe ve nûneratiya xeta hevkar û xîyanetê li kurd û Kurdistanê dikin nabe mirov bi ya wan bike, ji ber ku ewê kes û aliyên welatparêz reş bikin û aliyên xayîn yên weke xwe jî bikin welatparêz.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de got: “gelê Kurdistanêyê welatparêz divê di hilbijartinê de piştgiriyê bide hêz û namzetên welatparêz, demokratîk û neteweyî û li ser vî bingehî helwesta xwe nîşan bide. Divê li dijî PDK’e û Barzaniyan ku nûneriya xeta hevkar û xîyanetê dikin, piştgirî bê dayîna namzet û hêzên welatparêz. Encamên ku derbikevin ji bo rizgarkirina Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanêya ji pencê dagirkerî û qirkirinê û ji bo pêşxistina sîstemeke demokratîk û azadîxwaz, wê pir girîng be.” hûn lê binêrin, di vir de du rûyî ya KCK’ê-PKK’ê bi zelalî xuya dibe, gelo em hin pirsan bikin, ma qey ev PDK’e û Barzanî bûn tev Bakur, Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrîn, Kerkûk û Mexmûr û hwd radestî dagirkeran kirî û xîyanet kirî, ma qey ev Barzanî bû dema daxwaza lêborînê ji dayikên leşkerên Tirk yên hatine kuştin kirî? Gelo ma qey ev PDK’e û Barzanîne ku dibêjin bi saya serê me nebûya niha rejîma Sûriyeyê nedikarî xwe li ser linga bigire? Ma ev PDK’eyî û Barzanî ne ku dibêjin me ala Îraqê li Şengalê bilind kiriye? Ev PDK’eyî û Barzanî ne bûye parêzerên sînorê Îranê? Gelo ma ev PDK’eyî û Barzanî ne bi Heşdî Şebî û Bereyê Miqawemê û dewleta kûr ya Tirkiyeyê re bûye hevpeyman û her ku diçe zêdetir xaka pîroza Kurdistanê dide dest dagirkeran?

Belê raste, hilbijartinên 20î Cotmehê yên Başûrê Kurdistanê hem ji bo Başûrê Kurdistanê hem ji bo tevahî Kurdistanê girînge û divê dengdêrên Başûr bînin ber çavên xwe ka kiye hewla parastina destkeftiyên gelê Başûr dide û kîyejî hewl dide van destkeftiyan jinav bibe û li ser tepsiyeke zêr teslîmî dagirkeran bike.

Tevî ku di daxuyaniya xwe de bi ta awa KCK’ê diyar nekiriye ku piştgiriyê dide kê, lê belê bi zelalî ne carekî bi dehan caran êmaje bi navê take partiya welatparêz û netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê kiriye û weke partiyeke xayîn daye nasandin û daxwaz ji dengdêrên Başûr dike PDK’e nebe weke din deng bi kê bidin diruste, lê belê gelê Başûr hişyare û dibîne kîye hewl dide Başûr jinav biçe û kîyejî hewl dide Başûr bê parastin û ber bi dewletbûnê ve biçe.

Bê guman mebesta KCK’ê-PKK’ê ji partî û namzetên welatparêz ew kes û alîne yên ku bûye sedem sedî 51 ji xaka başûrê Kurdistanê radestî Heşdî Şebî û dewleta dagirker a Îraqê bê kirin, û rojane li şûna êrîşî ser dagirkerên Kurdistanê bikin, êrîşî ser PDK’ê û Barzaniyan dikin, ji ber ku KCK’e-PKK’e wisa difikire her kes û aliyê êrîşî PDK’ê û Barzaniyan bike welatparêz û netewî ye.

Belê, yên ku pêşengiyê ji xeta hevkar û xîyanetê re dikin, yên ku nikarin yek metir ji Kurdistanê biparêzin, yên ku li Şengal û Mexmûr ala Îraqê, li Rojava ala Sûriyeyê û li Bakur jî ala Tirkiyeyê dide destê ciwanên kurd ne bi tenê nikare welatparêz û xayînan ji hev cuda bike, belku wê zererek pirr mezin li gelê kurd bide, yên ku li hemû parçeyên Kurdistanê xîyanet pêş xistiye û bûne dardestê dewletên dagirker PKK’e bi xwe ye.

Her kes basî welatparêzî û Kurdatî bike bila bike, lê mafê PKK’ê tuneye vê yekê bas bike, bila PKK’e û PKK’eyî ji kerema xwe bi tenê yek destkeftiyê netewî yê xwe û serokê xwe bas bikin, bi dirêjahiya damezrandina partiya xwe heyanî niha karîne çi ji kurdan re bikin? Çend bajar û gundên kurdan azad kirine? PKK’ê ji xeynî xîyanet û hevkariya dijminan ti tiştek din nekiriye, ji boy veşartina vê yekê jî hewl dide bi êrîşkirine ser PDK’ê û Barzaniyan rûyên xwe yên reş spî bikin, lê belê qirêja li ser rûyê wan ê reş bi êrîşa li ser PDK’ê û Barzaniyan paqij nabe, êdî gelê kurd baş dizane kî kurdîtî û welatparêzî dike û kî jî bûye dardestê dijminan.

Di beşeke din ya daxuyaniya xwe de KCK’e-PKK’e dibêje, “PDK’e û Barzanî hêzeke wisaye ku hatine ser têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê û ji bo berjewendiyên xwe bazirganiya kurdayetî û Kurdistanê li gel dijmin û hêzên derve kiriye.” em li ser vê yekê ti tiştekî nabêjin, bi tenê ev nebe, gelo bi rastî jî ev PDK’eye ku hatiye ser tekoşîna gelê Başûrê Kurdistanê û bazirganiya kurdayetî dike yan jî PKK’e? Ji xwe her kes dizane bi pêşengiya PDK’ê û Barzaniyan gelê Başûr karî xwe ji destê dewleta dagirkere a Îraqê rizgar bike û statuyekî ji kurdan re damezrîne ku bibe seywanek ji boy kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, yên ku hatiye ser tekoşîna gelê Başûr ewin yên ku rê nadin xelk vegere ser gund û warên xwe û avedan bikin, ewin yên ku dibêjin rejîma Seddam ev der firotiye me, ewin yên ku hewl didin bi hevpeymanên xwe re careke din Başûr bixin bin destê dewleta dagirker a Îraqê û “Plana Hewlêrê” ya ku serokê wan pêşniyarî berpirsên Mîta Tirkiyeyê kirî li Başûr cîbicî bikin.

Partiyek ji aliyê kesekî ve hatibe damezrandin ku kirêgirtiyê Mîtê be, zewacê bi keça berpirsekî Mîtê re pêk bîne, bibêje me bi alîkariyên lojistîk yên Mîtê xwe bi rêxistin kiriye, dema tê girtin nekare yek deqe li ber xwe bide, hêjan zilehek li rûyê wî neketibe û li ser her tiştî îtîrafê bike, bibêje li min nexin dayika min Tirke, ez ji boy xizmeta dewleta xwe “Tirkiyeyê” amademe û hwd.. Helbet nikare welatparêzan ji xayînan cuda bike û wê her tiştî berevajî şîrove bike, anku PKK’e ji her tişt re bibêje şaş bêy guman ew tişt ne şaşe û ji gelê kurd re baş e, ji her tiştî re jî bibêje xerab bê guman tiştekî baş e û di berjewendiya gelê kurd û Kurdistanê de ye.

Loma dibêjim vê carê KCK’ê rast got, lê belê bi tenê di yek hevok de ku ew jî eve “divê gelê Başûr deng bide namzed û aliyên welatparêz”, belê, gelê Başûr ger dixwaze ji dest dagirkeran rizgar bibe û jiyaneke baştir bijî, divê deng bide hêzên welatparêz, ti hêzek jî mîna PDK’ê welatparêz li Başûr Tuneye, dîrok şahidî vê yekê ye.

Pustên heman beş