Hizbulahê bi 320 mûşekan êrîşî Îsraîlê kir

Hizbulahê bi 320 mûşekan êrîşî Îsraîlê kir

Artêşa Îsraîlê îro 12.010.2024, ragehand ku çekdarên Hizbulahê li başûrê Lubnanê di roja Lêborînê de ku rojeke pîroz a Yehûdiyane, 320 mûşek avête Îsraîlê.

Ji aliyekî din ve, Hizbullahê ragehand ku wan çend çeperên Îsraîlê bombebaran kirine, bi taybetî jî baregeha Homa ya li bilindahiyên Golanê û başûrê bajarê Heyfa yê Îsraîlê.

Herwaha ragehand, çekdarên wan baregeha pîşesazî ya leşkerî ya Zoflon bombebaran kirine û wek bi xwe jî dibêjin, “Bi awayekî rast li hedefan xistin.”

Ev di demekî de ye, artêşa Îsraîlê ragehandiye, ku di daviya vê hefteyê de 280 êrîşên esmanî li ser Lubnan û Xezeyê kirine bo ser herdu rêxistinên Hizbulah û Hemasê.

Navenda Operasyonên Lezgîn a Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji roja Îniyê ve herî kêm 26 kes li Lubnanê hatine kuştin û 144 kesên din jî birîndar bûne. Bi vî awayî hejmara giştî ya kuştiyan bû 2 hezar û 255 kes û 10 hezar û 524 kes jî birîndar bûn.

Pustên heman beş