Hizbulaha Libnanê: Me kariye ji radarên Israîlê derbaz bibin

Hizbulaha Libnanê: Me kariye ji radarên Israîlê derbaz bibin

Hizbulaha Libnanê bi rêya bi dehan moşekan êrîş kir ser deverên Nehariye û Ekayê yên Israîlê, amaje jî da ku bi droneke taybet kariye radarên Israîlê bixapîne.

Hizbulaha Libnanê îro (Duşem, 14.10.2024) di beyannameyekê de ragehand ku, di operasyonekê de bi rêya bi dehan moşekan êrîş kiriye ser deverên Nehariye û Ekayê li Israîlê, herwesa bi droneke taybet kariye sîstema bergiriya asmanî ya Israîlê bixapîne û wê êrîşê armanca xwe hingaftiye.

Her di wê beyannameyê de hatiye, “Hêza asmanî ya Miqawemeya Îslamî ev cara yekê bû hin ji wan dronên ku bilind kirine bi kar anîn. Wan dronên taybet kariye ji mewdayê radarên bergiriya asmanî ya Israîlê derbaz bibin bê ku bên destnîşankirin, ku paştir kempeke meşq û rahênanan a lîwaya bijardeya Colanê li devera Bînamîneyê li başûrê bajarê Heyfayê bombebaran kir.”

Di wê ragehandinê de amaje jî hatiye dan, “Ew dron di wan odeyan ve teqîne yên ku bi dehan efser û serbazên Israîlê tê de bûn û xwe amade dikir ku tevlî êrîşa li ser Libnanê bûban. Efserên pilebilind jî di nav wan de hebûn, ku bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.”

Ev di demekê de ye ku şeva borî medyaya Ibrî ragehand, “Ji encamê êrîşeke Hizbulaha Libnanî bo ser kempeke serbazî, sê serbaz hatin kuştin û 67 serbazên din jî birîndar bûn, ku birînên hin ji wan gelek giran in.”

Pustên heman beş