Rêxistnia PKKê nasnameyên 4 Gêrîlayên din aşkere kir ku li Tebaxa îsal li herêma Zapê canê xwe ji dest dane û îro paş derbasbûna du mehan ji nû ve mirina wan ragihand.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja duşemî 14 Cotmeha 2024ê da zanîn 4 çekdarên wan du mehan berê ango li 8 Tebaxa rabûrî, li herêma Zapê ya li Başûrê Kurdistanê, ketune ber êrîşên dewleta Tirk û canê xwe ji dest da ne.
Agahuyên li ser nasnameya Gêrîlayan bi vî rengîne:
Serdar Merûf ji Bidlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Evîn Îbrahîm ji Sêtrê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Zehra Mihemed Sidîq ji Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Beşar Salih ji Dêrazorê.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.