Ji bo çi PKK pişgiriya YNKê dike?

Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de PKK bi awayek çalak pişgirya YNKê dike. Bê guman sedemên vê yekê gelekin û nirxandinên berfireh jêre dive. Lê piraniya cara gotinek bi xwe wek deh rûpelên nivîsandinê armanca esasî dide kifşkirin.

Di van hilbijartinan de gelek leyiztik hatin kirin. YNKê pişta xwe da Bexdayê û hewlda bi hemû awayî rû li ber serkeftina PDKê bigre. Gelek guhertin li ser giliyên YNKÊ di qanûna hilbijartinan de hatin kirin. mafê pêkhatên Kurdistanê hatin astenk kirin.

Carê mirov berê xwe bide dîrokê, rojên bûrîn mimkine îro hinek tişt baştir bêde fam kirin. Berê xwe bidinê Parlementera HDPê ya Diyarbekirê ku nezî 15 salan wek parlementera HDPê di parlementoyê de maye. Nursal Aydogan ne Kurd e lê yek kurd re şî kiriye. Nursel kesayetek di vava PKKê û Partiyên girêdayê PKKê de gelek bi bandor bû. Yanî wek nûnera dewleta Kûr di nava PKKê de bû.

Nursel di hevpeyvîneka xwe dibêje: Li wê derê(behsa başûrê Kurdistanê dike) kurd dixwazin dewletekî damezirînin. Heta hewldidin kurdên 4 parçeyan bêne bahev û dewletek Kurdî damezirînin. Astenka yekemî li pêşiya damezirandina dewleta kurdî bawer bikin birêz Abdullah Ocaln e. Ocalan dixwaze pirsa Kurd di sinorên Tirkiye de yanî sinorên Misakê Millî de bê çareserkirin. Yanî çareserî parastina yekitiya axa Tirkiye de divê çêbibe. Bawer bikin îro PKK ji dev vê fikrê berdê, Amerika û Britanya xeyala wan de avakirina Kurdistana mezin heye. Hêza ku pêşiya damezirandina Kurdistana Mezin derdikeve ew tevgera ku Ocalan çêkiriye.

Video bi Tirkiye û gotinên wê wek xwe ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Eve sedemê bingehên ku PKK îro di van hilbijartinan de pişgiriya YNKê dike ev bi xwe ye. Yanî sedem astenk kirina destxistina mafên rewa yên Kurdaye. Sedem pêûî lê girtina dewletbûna Kurdaye. Sedem rêgirîya bi hêzkirina statûya herêma Kurdistanê ye.

Vêca eger pirs Kurd û Kurdistanbe, eger armanc welatparêzî be, eger parastina statûya herêma Kurdistanê bingeh be.. divê ev rastî ji aliyê hemû kesekî ve bê dîtin. Bawer bikin di bingeha PKKê de gelek insanên welatparêz û kurdperwer jî van gotinên dijitiya dewletbûna Kurda dikin qebûl nakin.

Leyiztik gelek mezine. Ji bo têkbirina leyiztikên ku tehdîdin li ser xaka Kurdistana azad gerek, dengê xwe bidin PDKê.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş