Îro 19.10.2024ê ajansekî nûçeyan a Îsraîlê belav kir ku dronek nêzîkî mala Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ketiye xwarê û ji ber wê jî hin ziyan li dû xwe pêkaniye.
Îro serê sibehê 3 dronên ji Lubnanê bo navçeya Qîsarya ya li başûrê bajarê Heyfa ya Îsraîlê birêketine, ku mala Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî li wê deverê ye û li gor gotinên çapemeniyê 2 dron ji esman hatine xistin û yek ji wan jî li malekî daye, ku tê gotin ew mal a Netenyahu bûye.
Lê ji aliyê din ve hêzên ewlehiyê ew navçeye dorpêç kirine û balefirên şer li esmanê bajar digerin û hîn zanyariyên piştrastkirî nehatine belav kirin. Lê tê gotin ku 2 kes birîndar bûne û hin ziyanên darayî jî li dû wê êrîşê pêkhatine.