Milîsên Iraqî careke din bi dironekî êrîşî Îsraîlê kirin

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê ragehand, careke din bi dron êrîşî ser armanceke Îsraîlê kirine.

Eniya Berxwedana Îslamî (Cebhe Muqaweme) li Iraqê ku grubên çekdar ên Şîe yên ser bi Îranê pêktê, beyanemeyekî belav kir û hat gotin bi dronekî pêşketî ve li armancek Îsraîlê dane.

Li gor beyanameyên Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê di heyama 7 rojên borî de Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê 11 caran êrîş kir ser Îsraîlê.

Ji 07ê Cotmeha 2023ê şûn de ku piştre şerê Xeze derket, dem bi dem Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê beyanameyek belav kir ku bi dron êrîş dikin ser Îsraîlê û li hemû wan êrîşan de artêşa Îsraîlê çend rojên borî de ragehand ku ji ber êrîşên milîsên Iraqê bo ser bilindayiyên Golan de du leşkerên wan hatine kuştin û 24 leşkerên din jî birîndar bûn.

Pustên heman beş