Li gor zanyariyan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 96 hezar deng û YNKê jî 51 hezar deng di dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bidest xistine.
Duhî 18ê Cotmeha 2024an, dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat kirin û 215 hezar û 960 kes ji hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û navxwe yên her çar bazneyên hilbijartinên yên Herêma Kurdistanê û 7 parêzgehên Iraqê mafê wan ê dengdanê hebû.
Li gor daxuyaniya dawî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, rêjeya beşdariyê ji sedî 97 bûye û 165 navendên dengdanê hatibûn vekirin.
Sibe 20ê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin.
Li gorî tomara dengdana biyometrîkî ya ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ve hatiye belavkirin, 2 milyon û 683 hezar û 618 dengderên hilbijartina giştî ne.
Hilbijartin dê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve were kirin.