Li Serok Barzanî Xwedî Derketin

Serok-barzani-Info

Di hemû têkoşînên rizgariya neteweyî de, kesek bi têkoşîna xwe, armancê û bi nasnameya neteweyî ve pênasekirin; ev kes cihekî li ser partiyan bi dest dixe û baweriya hevpar a rêxistinên cûda, ramanên cûda û baweriyên cûda bi dest dixe. Her çiqas ev kes serokê partiyekê be jî, bi demê re girêdanên wî bi partiyê re lawaz dibin; lê berevajî vê yekê, girêdanên wî bi hemû partiyan, layen û gel re xurttir dibin. Piştî vê qonaxê, êdî ne mimkun e ku mirov vî kesî bi partiyekê ve girêde; ji ber ku ew êdî bûye nasnameya neteweyê. Piranî caran bêyî navê vî kesî were goti, dîroka têkoşîna neteweyê yan jî paşeroja nahê vegotin. Carinan ji heqê wan zêdetir, carinan jî kêmtir qîmet tê dayîn bo van kesan…

Îro, dema ku em behsa Kurd-Kurdistanê dikin, dema ku em behsa mafên neteweyî yên Kurdan û dewletbûna wan dikin, bêguman kesê ku tê bîra her kesî Mesûd Barzanî ye. Ji ber ku Barzanî bi Kurdistanê û armanca serxwebûnê re hatiye nasîn û vê naskirinê jî bi cesaret, têkoşîn, serborê dîroka xwe û biryardariya xwe ya di armanca dewletbûnê de bi dest xistiye. Kesek ku xwediyê van taybetmendiyan e, her dem dibe armanca serdestan; ji ber ku ew dizanin ku bi dawîanîna wî dê netew bê semyan bimîne.

Tam jî ji ber van taybetmendiyên Pêşmerge Barzanî, armanckirina wî ne surprîz bû/nabe jî. Em ji salane balê dikişînin ser vê xalê û dibêjin ‘sedema ku li pişt êrîşên li ser Barzanî heye, naskirina Barzanî bi fikra serxwebûnê re ye; êrîşkirina li ser Barzanî, êrîşkirina li ser armanca serxwebûnê ye’…

Barzanî, yê ku li hember hemû cîhanê ji referandûma serxwebûnê paşve gav neavêt, bi lîstika Kerkûkê re rû bi rû ma, ku ew derbeya dawî ya serdestan û hevkarên wan ên herêmî bû. Bêguman, di lîstika xîyaneta Kerkûkê de armanc serxwebûna Kurdistanê bû. Lê di heman demê de armanc Barzanî bû jî. Ji ber ku her du jî bi awayekî ji hev nahên cûdaxistin û heman tişt in; dema yek tê armanckirin, yê din jî bi xwezayî dibe armanc…

Di hevpeymana dijminkar a ku beriya referandûmê hatibû avakirin de, hevpeymana stratejîk a salan Îran/YNK-HERO/PKK/KOMEL/GORAN û dûvelokên wan, bi her cure propagandaya bêexlaqî hewl dan ku Barzanî biçûk bikin û referandûma serxwebûnê asteng bikin. Lidarxistina referandûma serxwebûnê, li hember hem dewletên cîhanê, hem dewletên dagirker ên herêmî û hem jî cahşan, ji bo Kurdan serkeftineke dîrokî bû. Hevpeymana wêrankar a ku dît ku ev serkeftina dîrokî dê bi serxwebûnê bi dawî bibe, bi erêkirina Emerîkayê û bi tevlîbûna Tirkiyê dest bi kar kir. Rûyê xwe yê qirêj li Kerkûkê nîşan dan…

Xiyaneta eşkere ya aliyê YNK-Hero, aliyê Kurdistanî yê YNK ê, bi taybetî Kosret Resûl, ber bi helwesteke eşkere ve bir û xiyanet ji aliyê dengên Kurdistanî yên YNKê ve hat berzkirin. Tevî vê rastiya tal, PKK, hevalbendê herî qirêj ê hevpeymana dijminkar, çapemeniya xwe ya ku ji aliyê îstixbarata dagirkeran ve tê birêvebirin xist tevgerê; mîna ku di trajedya Şengalê de qewimî. Diyar e ku medyaya PKKê di lîstika Kerkûkê de li bendê bû. Demekî ku failên xiyaneta eşkere jî xwe veşartin, PKK bi israr êrîşî Serok Barzanî kir û dike. Di şexsê Serok Barzanî de Pêşmerge wek “tirsonek” hat nîşandan. Wek ku aliyê YNK-Hero xiyanet nekiribe û Pêşmergeyên girêdayî wî aliyî ji eniyê venekişiyabin, bi israr û bi taybetî Serok Barzanî ji aliyê çapemeniya PKKê ve hat armanckirin…

PKK, li gorî fermana ku ji xwedîyê xwe girtiye, armanc dikir ku bi propagandaya reş Barzanî biçûk bike; di warê leşkerî de jî komên Heşdî Şebî, rêxistina terorîst Pasdaran û dewletên ÎRAN/IRAQ dê Hewlêrê dagirbikin… PKK xiyaneta ku li ser milê wê bû zêdetir kir; lê xwedîyên wê negihîştin armanca xwe û nikarîbûn Serok Barzanî bêbandor bikin…

Hevpeymana dij-Kurd a ku heta niha negihîştiye armancên xwe, vê carê jî bi riya kesekî pirsgirêk wek Bafil Talebanî, hemû amrazên xwe yên qirêj çalak kirine da ku Barzaniyan bêbandor bikin…

Hevpeymana dijminkar ku dizane bi dûrxistina Kurdan ji Barzaniyan, wan ji daxwaza dewletbûnê dûr dixe; bi nûçeyên derew, reşkirinê û nîşandana tiştên heyî bi awayekî cuda hewl dide ku bigihîje vê armancê. Wek her dem, bi zanîna kirêgirtîyan dixin dewreyê, hem beriya hilbijartinê û hem jî du roj beriya hilbijartinê bi derew, heqaret, di şexsê Barzaniyan de bi bêedebî êrîşî mafê bingehîn ê hebûna Kurdan dikin.

Di encamê de bila were zanîn ku; binketina Barzaniyan û Hewlêrê, binkeftina Kurdistanê ye!

Bi vî awayî,

Îro; Roj roja şermezarkirina xiyaneta YNK ê-Bafil û hevalbendên wan e.

Îro; Roj Roja pûçkirina êrîşên komên xiyanetê yên li dijî Barzaniyan e.

Îro; Roj Roja tifkirina li rûyê cahşên ku êrîşî Barzaniyan dikin e.

Îro; Roj Roja xwedî derketina rêbaza Barzaniyan e.

Îro; Roj Roja helwest girtina li hember hemû xiyanetkarên û bi dirûşma serxwebûnê xwedî derketina li Barzaniyan û Kurdistanê ye.

Xwedî derketina li Barzaniyan, xwedî derketina li serxwebûna Kurdistanê ye…

Yên ku êrîşî Barzaniyan dikin, di rastiyê de êrîşî armanca serxwebûna Kurdistana dikin…

Ne tenê YNK-Bafil, lê PKK û pêkhateyên wê yên ku hevalbendiya wan dikin jî divê hesab bidin Kurdan!

Neteweyên ku xiyanetê bêceza dihêlin nikarin bibin xwedî dewlet…

Bimre kolonyalîzîm,dagirkerî û cehşên wan yên nav xweyî.

Bijî Kurdistana Serbixwe û Azad

Bijî Pêşmerge…

  • Süleyman AKKOYUN

Pustên heman beş