Serokê Giştî yê CHP’ê ji boy hevdîtina Demîrtaş çû girtîgehê

Serokê Giştî yê CHP’ê ji boy hevdîtina Demîrtaş çû girtîgehê

Serokê Giştî yê CHP’ê îro serdana Selahettîn Demîrtaş dike. Piştî hevdîtinê, peyama Demîrtaş bo raya giştî dê were aşkerekirin.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel îro çû zîndana Edîrneyê da ku serdana hevserokê berê yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş û şaredarê berê yê Diyarbekirê Selçuk Mizraklî bike.

Ozgur Ozel pêştir ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwestibû ku serdana Demîrtaş. Wezaretê jî bi erênî bersiva Ozel da.

Li gor zanyariyan, parêzerên Demîrtaş mijarên ku Demîrtaş amade kiribû, beriya serdanê, radestî Ozgur Ozel bikin ku dê bi raya giştî re bê parvekirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, piştî hevdîtinê tevî şandeke bilind a CHP’ê dê serdana Diyarbekirê bikin. Herwiha şanda CHP’ê di çarçoveya çareseriya pirsa Kurd de, serdana heft bajarên bakurê Kurdistanê dike.

Bi destpêşxêriya Dewlet Bahçelî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bo diyalogê gav hatibû avêtin û ev yek wek destpêkirina proseyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd hatibû binavkirin.

Pustên heman beş