Kurdistaniyan partî û serokê ku ti carî xwe ji dijmin re netewandî hilbijartin

Kurdistaniyan partî û serokê ku ti carî xwe ji dijmin re netewandî hilbijartin

Memet Mêrdînî

Duh 20î Cotmehê hevdem ligel salvegera dastana Pirdê ya ku tê de poza dijmin li erdê hatî xistin, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hatin encamdayîn, di vê hilbijartinê de ne bi tenê poza dijmin, poza kirêgirtiyên wan jî ku temsîla xeta îxanetê di nava kurdan de dikin li erdê hat xistin û gelê kurd ji xeta ku temsîla îxanetê dike re got, na.

Tev dijber û dijminên gelê kurd li bendê bûn di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de PDK’eya ku xwedî dîrokek rengîn e û temsîla xeta welatparêzî, kurdperwerî, netewî û dewletbûna kurdan dike dengên pêwîst bi dest nexe û parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikevin dest wan, bi vê yekê jî dawiyê bi statuya fermî ya herêma Kurdistanê bînin û kurdan careke din vegerînin xala sifrê, lê belê gelê kurd li Başûr ev yek dît û careke din ji xayîn û dijminan re got, na.

Ji boy binxistina PDK’ê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, hevpeymaniyek hatibû pêkanîn, lê belê hevpeymaniya ku ji boy binxistina PDK’ê di van hilbijartinan de hatiye pêkanîn bi xwe binket, ev hevpeymanî ku ji Îran, Heşdî Şebî, PKK’ê-PYD’ê û YNK’ê pêk dihat, ti rê neman dest bû nebirî ji boy ku PDK’ê û Barzaniyan reş bikin. Bê exlaqî kirin, êrîşên siyasî û leşkerî pêk anîn, derewên mezin parve kirin, xwest xayînan weke welatparêz bidin nîşandan û welatparêzan jî mîna xayînan bi gelê kurd bidin nîşandan, partiyeke weke PKK’ê roj nebû ku bê exlaqî û dereweke mezin li dijî PDK’ê di medyaya xwe di parve neke, lê belê dîsa jî ya ku di hilbijartinan de bi ser ketî PDK’e bû.

PDK’e bi ser ket ji ber ku Kurdistaniyan dît bi tenê ewe basî, aramî, avedanî û xweragiriyê dike, ji ber ku bi tenê ewe temsîla xwasteka gelê kurd ya serxwebûna Kurdistanê dike, ji ber ku bi tenê ewe di tev nexweşî û derdeseriyan de sîngê xwe dike mertal ji boy parastina ser û mal û halê welatiyan, ji ber ku berê tîrên dijmin û xayînên gelê kurd bi tenê li PDK’ê ye, loma jî Kurdistaniyan PDK’e hilbijartin û derseke dîrokî bi PKK’ê û YNK’ê ku temsîla xeta xîyanetê dikin, da.

Belê, gelê kurd li başûrê Kurdistanê PDK’e hilbijart, ji ber ku wan bi zelalî dît li pişt hemû partiyên din yên dijberiya PDK’ê dikin hêzeke herêmî heye ku hez ji Kurdistanê nake û dixwaze kurd û Kurdistaniyan ber bi felaketeke mezin bibe.

Kurdistaniyan careke din bi hilbijartina PDK’ê mohra xwe li dîrokê da û rewşa li Kurdistanê tê jiyan kirin pirr baştir bi tev cîhanê da naskirin û fêmkirin, Kurdistaniyan bi tev cîhanî da fêmkirin, dijberî, derew û bêexlaqiyên rojane di medyaya dije kurd de bi taybetî medyaya PKK’ê û YNK’ê de di derheq PDK’ê tên kirin ti bandorê li wan nake, ew pirr şiyarin û dikarin xayîn û welatparêzan bi hêsanî ji hev cuda bikin, loma jî careke din bawerî bi PDK’ê da.

Pustên heman beş