Blinken bi acindeyeke aloz serdana Rojhilata Navîn dike

Blinkin-Medil East

Wezîrê Derve yê Amerîka dîsa ber bi Rojhilata Navîn ve birê ket. Pêşniyareke Îsraîlê ya nû jî ji bo agirbesta li Gazzeyê heye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken duhî danê êvarê Duşemê ber bi Rojhilata Navîn ve birê ket. Îsraîl jî rawestgeha yekem a serdana Blinken e, tê çaverêkirin ku ew serdana Qeter, Misir, Urdin û hejmarek welatên din ên navçeyê bike.

Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got, Blinken dibe ku heta roja Înê 25ê Cotmehê li Rojhilata Navîn bimîne. Da zanîn jî: “Blinken û rayedarên navçeyê dê li ser girîngiya bidawîkirina şerê li Gazzeyê, azadkirina hemû dîlan û sivikkirina êş û azarên gelê Filistînê gotûbêjan bikin.”

Wezaretê got jî: “Pêvajoya piştî şer a li Xezeyê û dîtina ‘çareseriyeke dîplomatîk’ ji rewşa niha ya Libnanê re, dê were gotûbêjkirin.”

Ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê di 7ê Cotmehê de, ev 11emîn serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Rojhilata Navîn e. Herwiha tenê sê hefteyan berî hilbijartinên Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî tê ku  biryar e di meha bê de were kirin.

Agirbest li hember azadkirina hejmarek dîl 

Li gor zanyariyên Dezgeha Weşanê ya Îsraîlê, Serokê Dezgeha Ewlekariya Giştî ya wî welatî (Şabak) roja Yekşemê pêşniyareke nû pêşkêşî hikûmeta şer û Serokwezîr Benjamin Netanyahu kir bo rawestandina demkî ya şer li Xezayê û azadkirina hejmarek ji dîlên ku di destê Hemasê de ne.

Li gorî heman çavkaniyê, ev pêşniyar ji “Agirbesta çend rojan li Xezayê, li hember azadkirina hejmarek ji dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de ne, pêk tê”, bêyî vekişandina artêşa Îsraîlê ji wê deverê.

Amaje bi wê jî kir, “Netanyahu ev pêşniyar qebûl kiriye û Serokê Ajansa Ewlekariya Giştî raspardaye ku serdana Qahîreyê bike û vê pêşniyarê bi rayedarên Misrê re gotûbêj bike.”

Pustên heman beş