Amerîka, Fransa û Brîtanya daxwaza destbikarbûna zû ya Parlamentoya Kurdistanê dikin

US-UK-France-Kurdistan-net

Amerîka, Fransa û Brîtanya pêşwazê li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin û daxwaza destpêkirina zû ya parlamentoyê û pêkanîna kabîneya nû dikin.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski di beyannameyekê de, bi helkefta biserkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemantoya Kurdistanê, pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û partiyên siyasî kir.

Alina Romanowski got, “Karmendên Şandiya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li Îraqê çavdêriya dengdanê li bingehên dengdanê li seranserî Herêma Kurdistanê kir.”

Balyoza Amerîkayê li Îraqê herwesa destxweşî jî li xelkê Herêma Kurdistanê kir, ji bo pabendbûna wan bi piroseya demokrasî.

Balyoza Amerîkayê daxwaza pêkanîna hikûmetê bê derengketin kir û got: “Pêkanîna hikûmeta nû rêyê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê xweş dike ku, dezgehên xwe yên demokrasî bihêz bike, mafên mirovan pêş ve bibe, berdewamiyê bi pêşxistina aborî bide û Herêma Kurdistana Iraqê wek beşek ji Iraqeke aram, bi îstîqrar û xwedî serwerî bihêztir bike.”

Fransa: Em ji beşdariya berfireh a dengdanê dilxweş in

Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durrell li hejmara xwe yê fermî li ser tora civakî “X” nivîsî: “ Balyozxaneya Fransa pêşwazî li birêveçûna hilbijartinên yasayî yên Herêma Kurdistanê di 20ê Cotmehê de dike.”

Herwiha Durrell got: “Ev dengdan, gaveke siyasî ya girîng e ji bo herêma xwebirêvebir û Iraqê bi giştî.”

Brîtanya daxwaza pêkanîna hikûmeta zû dike

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê li ser tora civakî “X”, pêşwazî li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir.

Konsulxaneya Brîtanyayê got: “Rêjeya bilind a beşdarbûnê, peyamek xurt ji bo piştgirîkirina nûkirina rewabûna demokratîk e.”

Herwiha got: “Em li bendê ne ku di zûtirîn dem de parlamento were vekirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.”

Hilbijarinên Parlamentoya Kurdistanê

Roja Înê 18ê Cotmehê dengdana taybet û roja Yekşemê 20ê Cotmehê jî dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû. Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, rêjeya beşdariyê di her du hilbijartinan de, bi giştî %70 bû.

Pustên heman beş