Bahçelî: Bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê hilweşandina PKKê rabigihîne

Bahçelî - Ocalan

Serokê MHPê bang li Abdullah Ocalan kir ku li parlamentoya Tirkiyê hilweşandina PKK’ê ragihîne.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî got, “Eger tecrîda li ser Ocelan rabe, bila were di civîna Koma DEM’ê de biaxive û diyar bike ku teror qediya ye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.”

Bahçelî diyar kir ku destê gel ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) re dirêj kiriye bi rojan e tê axaftin, “Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne, pêwîstiya wê bi aqil, gavên rast û samîmî û xurtkirina biratiya hezar salî heye.”

Herwiha got: “Pirsgirêka Tirkiyeyê ne Kurd e, pirsgirêka PKK ya cudaxwaz e. Pêwîst e pirsgirêka birayên xwe yên Kurd yek bi yek çareser bikin.

Bahçelî amaje bi wê kir, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dema ew anîn Tirkiyeyê got: “Ez ji her cure xizmetê re amade me”. Bahçelî got jî: “Bila Ocalan bi awayekî yekalî diyar bike ku teror qediya ye û hilweşandina partiya xwe rabigihîne.”

Bahçelî dawiya axaftina xwe de wiha got: “Teror tiştekî din e, siyaset tiştekî din e. Bêyî lêkirina dîwar di navbera herduyan de û ji dest ji çek neyê berdan, di serî de welatiyên Kurd, hemû welatiyên Tirkiyeyê nikarin bigihin asta baş a jiyanê.”

Bahçelî ku hevalbendê AK Partiyê ye û hevalbenda desthilata Tirkiyeyê ye, got ku divê navnîşan ji Qendîl û Edîrneyê bo Îmraliyê bê guhartin. 

Pustên heman beş