Hilbijartin qediya û erka PDK ya nû

Hilbijartin qediya û erka PDK ya nû

Bûbê Eser

Ev hilbijartina ku di roja 20.10.2024an de li başûrê Kurdistanê pêk hat, ne hilbijartina kurdan xwe bi xwe bû. Ev hilbijaratina Barzaniyan ya li dij xwefiroşiyê û dagirkeran bû.

Weke em hemî dizanin ku tekoşîna Barzaniyan ya li hember çar dagirkeran ne kêmî sed salan e. Di vê tekoşîna xwe ya dirêj de, gelek caran wan wenda kirine lê tu caran xwe neqedandine û her rabûneke wan ji nû de, bi hêztir pêk hatiye. Her cara bi ser jî ketine, serxweş neketine. Normên civata xwe pêk anîne. Ji qaîde û nîzama civatê derneketine.

Ev hilbijartin jî hilbijartina Barzaniyan ya li hember dagirker û pêgirtên wan bû. Lê dîsa Barzaniyan weke her car vê carê jî dagirker û pêgirtên wan têk birin. Ev ji bona hemî kurdan serketineke mezin û parastina Kurdistana ku berê wê berbi serxwebûnê ve ye.

Me kurdan dît û bûne şahîdê wê yekê ku bê ev hilbijartin çiqasî zehmet bû. Dibe ku hilbijartineke din ji vê jî zehmetir be. Ji ber vê min xwest çend nerîn û dîtinên xwe pêşkêşî Barzanyan bikim.

Hêvîdarim ku ez ê şaş neyêm fêm kirin. Loma min xwest diyar bikim ku ez ji sala 1975an û heta îro jî, min li gor rêbaza pîroz siyaset li bakur Kurdistanê dikir û niha jî bi karê nivîsînê ve mijûl im ku vê jî weke erkekî xwe dibînim û dikim. Bi berhem û nivîsên xwe dixwazim vê rêbaza pîroz li bakurê kurdistanê bidim naskirin. Ji ber ku kurdên bakurê Kurdistanê bêtirî wan li ser destê pkk bûne dijminê Barzaniyan. Ez bawerim ku nifşê nû rêbazê nas bikin, wê yek ser derewên pkk fêr bibin. Loma bêtirîn xebatên min yên nivîskî li ser rêbazê ne ku wê bi berfirehî bidim nasandinê ku kurdên bakurên Kurdistanê û nifşên nû wê ji nêzde nas bikin, dinivîsînim.

Ez çawa bi vê rêbaza pîroz bawerim, di berhemên min de diyar e. Ez weke hinekan bi devkî ne Barzanî me û di binî re jî ne dijminê wan im. Niha di vê civata me de kesên weha pir in. Kesên weha dema Barzanî xurtbin, ji wan Barzanîtir kes tune ne. Dema Barzanî lawaz dibe an hin xeter hebe bê deng in. Û dema Barzanî wenda dikin, dibin dostên dijberê wan.

Me di vê hilbijartinê de jî ev dît. Hinan bawer dikirin ku wê PDK wenda bike, loma heta dema hilbijartin qediya jî gelek bê deng bûn. Reng û dengê wan ne diyar bû. Lê piştî bi serketinê dîsa wan ji her kesan bêtir dest bi pesinandina Barzaniyan û xwedî li wan derketandinê kirin û wê hê jî bikin. Lê ne ji dil in. Ji ber berjewendiyên xwe vê dikin.

Gelek canik û camêran bi salan dijminatiya Barzaniyan kiribûn, lê îro hin ji wan bi pereyên Barzaniyan zikê xwe mezin û bêrîkên xwe tuje dikin. Ev ew kesin ku îro medya Barzaniyan dagirkirine. Bi şinekî û şelaftiyên xwe gelek serkanî ketiye destê wan. Vê jî weke firsetekê bi kar tînin û hin caran bi hostayî pesnê pkk û DEMê didin.

Kesên weha di medya PDK de berpirsiyariyên xwe bi kar tînin da ku ew kesên ji dil Barzanî ne û bi rêbaza pîroz bawerin, bi derew û şelaftiyên xwe wan ji hev dûr dixe. Ev jî dibe sersedemeke girîng ku dilê gelek dost û hevalbendê Barzaniyan dimîne.

Piraniya medya başûrê Kurdistanê ketiye destê kesên ku berê dijminatiya Barzaniya dikirin û vê hê jî ji bona berjewendiyên xwe bi kar tînin. Hin ji wan di medya ango televizyonên Barzaniyan de bûne weke împarator ku ew berê dijminê Barzaniyan yên herî xerab bûn. Di vê derbarê de mirov dikare gelek tiştên bêje lê bawerim tê zanîn…

Ya girîng divê PDK û Barzanî ji niha û pêde çi bikin?

Li gor min divê PDK û Barzanî ji nûde li nava xwe vegerin. Tahlîleke xweş, bi rêk û pêk bike ku wê li gelek kêmaniyên nav xwe rast bên. Wê gelek kesên li ba wan in lê ji dil ne bi wan re ne jî nas bike.

Divê ji nûde rewşa hemî endam, heval û dostan berçav bikin. Nêzîkiyek germ û destê alîkariyeke ji dil dirêjî kes û rewşenbîrên heta niha hatibûn ji bîrkirinê bike.

Qîmet û rûmeta rewşenbîr û nivîskarên kurd ji berê bêtir bigirin. Ji ber ku yên civatan diguherin ew bi xwe ne. Loma jî bi piştgiriyeke weke hev û xurt ya rewşenbîrên her çar perçêne kurdistanê dê Barzanî bi hêztir û xurttir bibe.

Divê PDK û Barzanî medya xwe ji nû de berçav bikin. Reformeke nû di medya xwe de bikin ango serrast bikin ku kesên têde kar dikin, rewşa wan, helwesta wan ji roje ewil de û heta niha berçav bikin.

Divê medya xwe ji kesên berê dijminatiya wan dikirin paqij û temîz bikin. Kesên bi dijminatiya Barzaniyan hatibin perwerdekirin dê tu caran nebin cihê baweriyê.

PDK û Barzanî ji nû de li nava xwe vegerin kêmaniyên hatibûn kirin serrast bikin. Dilê ji wan mabin ji nû de bigirin. Bi stratejiyeke hevdem wê kurdistaneke serbixwe pêşkêşî gelê xwe bikin. Ji ber ku hatiye û tê zanîn ku bê Barzaniyan zehmete Kurdistan bibe serbixwe…

Gelekên berê di medya pkk ya ku li ser asasê dijminatiya Barzaniyan dihate bi kar anîn, xebitîbûn.  Lê îro pir bi zelalî tê dîtin ku kesên weha di medya Barzaniyan de propaganda DEM ê dikin weke bêjin ev û pkk ne yek in.

Hin ji kesên weha di navbera rewşebîrên bakur û rojava de birînên mezin vedikin. Medya Barzaniyan ji bona vê bi kar tînin. Dilê wan çawa dixwaze weha tevdigerin. Qet rojekê nayê hesabê kesên weha ku behsa berhemeke nivîskarekî bakurê kurdistanê yên eleqedera wan bi pkk ê re tune ne û bûn, bikin.

Îmkanê ketine destên kesên weha ji bona nas û dostên xwe yên nêzîk bi kar tînin. Bi vê berpirsiyariyê jî roleke xerab dilîzîn. Hin nivîskarên dostên xwe pir mezin dikin û qet behsa hin nivîskarên ku piraniya xebatên wan di ber rêbaza pîroz de hatiye kirinê, nakin. Ya rastî kesên weha di navbera rewşenbîrên kurdan de birînên mezin vedikin. Bi saya tevgera kesên weha gelek rewşenbîr û nivîskarên bakur dilê wan dimîne û bê deng dibin.

Weke tê zanîn ku îro garantiya Kurdistanê Barzanî ne. Hebûna wan hebûna kurdan û Kurdistaneke serbixwe ye. Ji ber ku êdî Barzanî felsefeyeke û ev jî ji bona kurdistaneke serbixwe li ser kar e.

Ev serketina nû ya PDK û Barzaniyan serketineke li hember dagirker û pêgirtên wan bû. Bi vê serketinê dijminê xwe têk birin. Dost û alîgirê PDK û Barzaniyan jî şad bûn. Loma ev serketin dibe misogerkirina Kurdistaneke serbixwe. Divê dost û dijmin baş fêr bibin ku bê Barzaniyan Kurdistan azad û serbixwe nabe. Ji ber ku êdî Barzanî û Kurdistan bûne yek.

Di van şertên zehmet ku herkesan dijminatiya Barzaniyan dikirin. Dîsa dengekî baş anîn. Li gor min têr nake. Ji bona zêdetir dengan reformên nû, destûr û bernameyên xebatên yên hevdem divê pêk bên. PDK êdî ne partiye ew dewlet e. Loma divê li gor normên dewletê tevbigerin. Hemî saziyên xwe ji nû de berçav bikin û hin reformên nû di wan de pêk bîne.

Ez ji bona vê serketinê PDK û Barzaniyan û bi giştî miletê kurd pîroz dikim ku wan dîsa xwe hilbijartin. Ji bona hilbijartineke din û bêtirîn denganînê divê hemî kurd ji Barzaniyan re bibin alîkar. Ji ber ku ew garanatiya Kurdistaneke serbixwe ne…

Pustên heman beş