Erdogan piştevaniya pêşniyara Bahçelî ji boy azadkirina Ocalan dike

Erdogan piştevaniya pêşniyara Bahçelî ji boy azadkirina Ocalan dike

Serokê Komara Tirkiyeyê piştevaniya xwe ji bo pêşniyara azadkirina Ocalan û pêşkêşkirina gotarekê li Perlemana Tirkiyeyê radigehîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna serokên tayên partiya xwe de wekî amajeyek ji bo gotinên Serokê Partiya Tevgera Neteweperist (MHP) Dewlet Baxçelî li ser azadkirina Rêberê PKKê yê zindankirî Abdullah Ocalan û pêşkêşkirina gotarekê li ser çekdanana PKKê ragehand.

Recep Tayyip Erdogan amaje jî da, “Em dixwazin hemî kes wê yekê fêm bikin ku cihê terorê di paşeroja Tirkiyeyê de nabe.” Herwesa got, “Em naxwazin ev derfeta ku niha heye gorî hevrikî û hez û arezûyên siyasî bê kirin.”

Navbirî tekez jî kir, “Em dixwazin siyaset, perleman, rêkxistinên civaka sivîl, akademî û tevaya civaka me bi hev re Tirkiyeyekê ava bikin ku teror tê de nebe.” Tekez jî kir, “Nabe ev derfet ku ji aliyê Hevpeymaniya Komarê ve pêşengî jê re hatiye kirin gorî hezên hin kesan bê kirin.”

Pêştir Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî got, “Eger tecrîda li ser Ocelan rabe, bila were di civîna Koma DEM’ê de biaxive û diyar bike ku teror qediyaye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.”

Bahçelî diyar kir ku destê gel ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) re dirêj kiriye bi rojan e tê axaftin, “Pêdivîtiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne, pêdivîtiya wê bi aqil, gavên rast û samîmî û xurtkirina biratiya hezarsalî heye.”

Herwesa got: “Pirsgirêka Tirkiyeyê ne Kurd e, pirsgirêka wê PKKya cudaxwaz e. Pêdivî ye pirsgirêka birayên xwe yên Kurd yek bi yek çareser bikin.”

Bahçelî amaje bi wê yekê jî kir ku, dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî Tirkiyeyê, wî got: Ez ji her xizmetekê re amade me.” Bahçelî herwesa got: “Bila Ocalan bi awayekî yekalî diyar bike ku teror qediyaye û bila hilweşandina partiya xwe rabigihîne.”

Bahçelî di dawiya axaftina xwe de got: “Teror tiştekî din e, siyaset tiştekî din e. Bêyî lêkirina dîwar di navbera herduyan de û destberdana ji çekî, di serî de welatiyên Kurd, hemû welatiyên Tirkiyeyê nikarin bigihin asta baş a jiyanê.”

Bahçelî, ku hevalbendê AK Partiyê ye û hevalbenda desthilata Tirkiyeyê ye, got ku divê navnîşan ji Qendîl û Edîrneyê bo Îmraliyê bê guhartin.

Pustên heman beş