MÎTê sê kadroyên PKKê yên Ewropayê li Stenbolê girtin

Mit-PKK-info

Îstixbarata Tirkiyê sê kadroyên jin yên rêxistina PKKê li bajarên Stenbolê û Balkesîrê desteser kirin ku hersê xwîşkên hevin û li Ewropayê di nava pêkhateya PKKê de cîh digirin.

Li gorî ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê, duh roja sêşemî 22 Cotmeha 2024ê MÎTê bi alîkariyêa hêzên ewlekariyê yên Stenbolê û Balkesîrê, hersê kadroyên PKKê yên bi navên Zeynep Taşkiran û Zubeyde Taşkiran, Hatin Şahbaz hatin binçavkirin.

Destnîşan kir, ev sê kadroyên PKKê ji yêk malbatê ne û hersê xwîşkên hevin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin bi dest xistin, 3 xwîşkên ku maweyek dirêje MÎTê ew dişopandin, bi operasyoneke hevbeş hatin girtin.

Hat ragehandin, hersê xwîşkên ku hatine binçavkirin, di nava pêkhateya PKKê ya li Ewropayê da taybet li Parîs û Kolnê çalakiyên rêxistnê organîze dikirin.

Pustên heman beş