Li Enqereyê êrîşa çekdarî pêkhat: kuştî û birîndar hene

Li Enqereyê êrîşa çekdarî pêkhat: kuştî û birîndar hene

Li navçeya Kahramankazana Enqereyê ya Tirkiyeyê dengê teqîn û çekan hat bihîstin.

Wezîrê karên navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li dijî şîrketa Anonîma pîşesaziya Hewagerî û Fezayê ya Tirkiyê (TUSAŞ) êrîşa çekdarî hatiye kirin û kuştî û birîndar hene.

Yerlîkaya li ser hesabê xweyê medyaya civakî daxuyaniyek da û ragihand: “li dijî tesîsên şîrketa anonîma Pîşesaziya Hewagerî û Fezayê ya Tirkiyê li Kahramankazana Enqereyê (TUSAŞ) êrîşa çekdarî hat kirin. Piştî êrîşê mixabin kuştî û birîndarên me hene. “

Ji aliyê xwe ve di medya Tirkiyeyê ragihand, ev êrîşek “ Teroristiye“ û destnîşan dikin ku êrîşkar çekdarên PKK’ê ne.

Her wiha tê gotin, kesên êrîşkar jinek û du mêr in ku bi otomoblekî diçin ber avahiya navenda pîşesaziya fezayê ya Tirkiyeyê. Li wê derê çekdara jin xwe bi bombeyê diteqîne û herdu çekdarên din dikevin nava avahiyê, dibe hinek karmend dîl hatibin girtin û hêjan herdu çekdar di nava avahiyê de ne.

Pustên heman beş