Hizbullah kuştina Haşim Sefiyedîn piştrast dike

Hizbullah kuştina Haşim Sefiyedîn piştrast dike

Piştî rojekê ji ragehandina artêşa Israîlê ku Haşim Sefiyedîn kuştiye, îro Hizbullaha Libnanê jî kuştina wî berpirsê xwe yê bilind piştrast kir.

Hizbullaha Libnanî îro (Çarşem, 23.10.2024) di ragehandinekê de kuştina Haşim Sefiyedîn piştrast kir û amaje da, “Em şîniyê ji bo wexera dawiyê ya wî serkirdeyê bilind dikin, ku bi destê hêzên Israîlê hat kuştin.

Dihat çaverêkirin ku Haşim Sefiyedîn bibe cîgirê Nesrula û wekî Sikirtêrê Giştî yê Bizava Hizbullaha Libnanî dest bi karî bike.

Artêşa Israîlê duhî (Sêşem, 22.10.2024) ragehand ku, Haşim Sefiyedîn di êrîşeke asimanî de li roja 4ê vê mehê li başûrê Beyrûtê hatiye kuştin.

Amaje jî da ku, 25 berpirsên bilind ên Hizbullahê her di wê êrîşê de hatine kuştin, ku Berpirsê Îdareya Hewalgirya Ewlehiya wê komê Hisên Elî Hezîme jî di nav wan de bû.

Pustên heman beş