Nasnameya êrîşkerekî êrîşa li Enqereyê hat aşkerekirin

Ali yar;ikaya-teror-Net

Wezîrê Navxweyê Tirkiyeyê ragihand, êrîşkerekî êrişa duhî ya li Enqerê, endamê PKKê Elî Orek e.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, nasnameyê êrîşkerê êrîşa duhî ya li ser TUSAŞê eşkere bûye. 

Da zanîn, navê êrîşker Elî Orek, bi navê kod (Rojger) e û ew endamê PKKê ye. Ji bo eşkerekirina nasnameya êrîşkera jin jî lêkolîn didomin. 

Komanyaya Saziya Asmanî û Pîşesaziya Fezayê (TUSAS) duhî rastî êrîşeke çekdarî hat û hat ragehandin, 4 kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, 14 kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyeyê, ji ber bûyera duhî, 42 cih û xal li Rojava û Başûrê Kurdistanê kiribûn armanc. Li gorî HSDê, di encama êrîşên li Rojavayê Kurdistanê de 12 kes hatin kuştin ku di nava wan de sivîl hene.

Pustên heman beş