Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk dibêje: “Divê ne ji bo mijûlkirinê, lê ji bo çareserîyeke rasteqîn gavên pêwîst bêne avêtin û hemû alîyên kurdan mixetab bêne girtin”
Serokê Giştî yê PWKê îro 24ê Cotmehê daxuyaniyek derbarê pêşhatên dawiyê yên li Tirkiyeye û egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê de belav kir û tê de hejmarek xal û gavên ku pêwîst e wek destpêk bêne avêtin ragihandin.
Daxuyaniya Serokê Giştî yê PWKê:
Daxuyanî û gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî nîşana wê yekê ye ku di metbaxa Dewleta Tirkîyeyê de xwarinek tê kelandin; lê nuha ne dîyar e ku ka ev xwarin çî ye? Devlet Bahçelî, heta meheke berê jî digot ‘’Divê DEM partî bê daxistin û Ocalan bê îdam kirin’’; lê nuha dibêje ‘’Bila Ocalan were Parlamentoya Tirkîyeyê û biaxive’’ ev cîhê balê ye û nîşana planeke nû ye. Herweha dîyar e ku ev plan ne bes ya Devlet Bahçelî tenê ye; ev plan, plana hevbeş a Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê ye. Lê belê, pir zelale ku di gotinên Devlet Bahçelî de ji bo mafên neteweyî, demokratîk yên miletê Kurd tu tişt tuneye. Devlet Bahçelî behsa ‘’pêvajoyeke çareserîyê ya nû’’ jî nake, bes dibêje ‘’Bila Ocalan bangî PKKyê bike da ku çekan deynin û bila PKK bê fesh kirin’’ û behsa sist kirina tecrîda li ser Ocalanî û guhertina Yasaya Înfazê tê kirin.
Dîyar e ku Dewleta Tirkîyeyê piştî rûdanên vê dawîyê yên li Rojhilata Navîn, ketîye nav tirsek û xofeke ku dikare ev rûdanan tesîreke neyênî li wê bike. Dewleta Tirkîyeyê, ji xwe di nav qeyraneke mezin ya aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk de ye; van rûdanên li Rojhilatê Navîn dê vê qeyranê kûrtir bike û dikare bibin sebebê guhertinên mezin jî. Dewleta Tirkîyeyê ji wê yekê ditirse ku rûdanên nuha yên li Rojhilata Navîn dikare rê li wê yekê veke ku li Başûrê Kurdistanê destkeftinên federe pêşdetir biçin û bigihêje asteke din; li Rojavayê Kurdistanê rewşa fiîlî bi tifaqa hêzên kurdan ber bi destkeftineke giştî ya kurdên Rojavayê Kurdistanê ve here; li Rojhilatê Kurdistanê bi lawazbûna Dewleta Îranê, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikare hinek destkeftinên milî, demokratîk, statüyeke sîyasî bidest bixe. Ew bûyer û pêşketin, bivênevê dê tesîrek mezin li Bakurê Kurdistanê jî bike.
Ji ber vê rastîyê û vê tirsê, Dewleta Tirkîyeyê nuha wek ku xwe ji îhtîmala bahozekê biparêze, dixwaze hinek tedbîran werbigre; ew dixwaze hem rê li ber destkeftinên hersê perçeyên din ên Kurdistanê bigre, hem jî nehêle ew pêla bahoz û tsûnamîyê bigihêje Bakurê Kurdistanê ku kurd maf û azadîyên xwe yên neteweyî, demokratîk bidest bixin.
Sîyaset û helwestên AK Partî, MHP û bi giştî Dewleta Tirkîyeyê yên heta îro li ber çavan e; lê emê piştgirîyê bidin her gavekê ku şer û operasyonên leşkerî yên Dewleta Tirkîyeyê û çalakîyên çekdarî yên PKKyê rawestinîn û rêya çareserîya sivîl, demokratîk û sîyasî vekin. Lê ne rast e ku mesele bes bi ‘’Mafê Umîdê’’, yan jî bi rewşa Ocalan ve bê sinûr kirin.
Pirs, ne pirsa şexsekî yan partîyekê ye, ne jî tenê pirsa rawestandina şerî ye. Pirs, pirsa mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd e; pirsa kurd û Kurdistanê ye.
Lê belê helbete ku çareserîya vê pirsê dikare ji cîhekî bê destpê kirin. Ji ber vê rastîyê jî em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku van tecrubeyên xwe yên 100 salî bidin ber çavan û li cîhê planên ku dê pirsgirêkan dijwartir û kûrtir bikin û ji hişmendîyeke mijûlkirinê dûr, gavên rasteqîn û maqûl ên ku dê rêya çareserîyê vekin bavêjin.
Em dibêjin ji bo rê li çareserîyeke sivîl, sîyasî, demokratîk bê vekirin, divê weke destpêk ev gav bêne avêtin:
– Divê rêz li maf û azadîyên hemû kesên ku di hevsê de ne bê girtin û dîvê hemû kesên ku ji ber fikirên xwe û ji ber xebatên xwe yên sîyasî ceza xwarine û di hevsê de ne, bêne azad kirin. Ji bo vê armancê jî divê guhertinên yasayî bêne kirin.
– Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû operasyonen xwe yên eskerî û şerê heyî rawestîne, dest ji girtin û neheqîyan berde; herweha divê PKK jî dawî li hemû çalakîyên xwe yên çekdarî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê bîne.
– Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl ên li Kurdistanê û kesayetên qebûlbar yên civakî, ji bo guftûgo kirin û çareserîya pirsgirêkan mixetab bigre.
– Divê nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî û azadîya ramanî û rêxistinî bêne qebûl kirin û di Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê de bêne garantî kirin.
– Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê rabin û Qanûna Bingehîn û hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê li gorî peymanên navneteweyî yên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirin ji nû ve bêne nivîsandin û qebûl kirin.
Ji bo ku ev pêvajo bi rastî jî bibe destpêka çareserîyeke sîyasî, demokratîk helbete ku divê em ji her dîyalog, guftûgoya li gel Dewleta Tirkîyeyê, li gel partîyên desthilat û mixalefetê re vekirîbin. Lê, divê hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl ên li Kurdistanê û kesayetên qebûlbar yên civakî bizanibin heger ku em çareserîya meseleya xwe bes hewaleyî însîyatîfa Dewleta Tirkîyeyê, AK Partî, MHP, CHP û partîyên din bikin û em bes li hêvîya wan bihêlin, dîrokê îspat kirîye ku dê tu encam jê dernekeve û dê rewş xerabtir bibe.
Ji ber wê jî divê wek destpêk, li ser bernameyeke ku ji daxwazên acil ên miletê Kurd pêk hatîye, berîya her tiştî divê em hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl ên li Kurdistanê û kesayetên qebûlbar yên civakî hêza xwe bikin yek û bi van daxwazên ku me li jorê destnîşan kirine bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê. Heger em bi hêza gelê xwe, yekgirtî bin û em li himberî hinek xapandin û lîstokan hişyar bin, emê bikaribin rêya serkeftinê baştir û xurtir bikin, emê bikaribin wek nûnerên gelê xwe bibin mixatabê çareserîyê. Ji bo vê yekê jî nabe ku bes kesek an alîyek tenê bibin mixatabê vê meseleyê û mesele ji rastî û zemîna çareserîya maf û azadîyên milî, demokratîk yên miletê Kurd bê dûr xistin. Herweha, divê em wek alîyê kurdan, li gel hemû alîyên ku piştgirîya mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd dikin; azadîyê, aşitîyê û demokrasîyê diparêzin re di nav dîyalog û hevxebatê de bin.