Serokomarê Tirkiyeyê radigihîne, “Êdî em dizanin, kêşeya terorê ku 40 sal in enerjiya me dixwe, biratiya me lawaz dike, me ji armancê dûr dixe, emê li paş xwe bihêlin.”
Serokomarê Tirkiyeyê îro 29ê Cotmehê di salvegera 101emîn a damezrandina Komara Tirkiyeyê de peyamek belav kir û got, ew dixwazin li derve û li nava welat aştî, aramî û dadwerî serdest be.
Erdogan got: “Êdî em dizanin, kêşeya terorê ku 40 sal in enerjiya me dixwe, biratiya me lawaz dike, me ji armancê dûr dixe, emê li paş xwe bihêlin. Ne bi êş û azarên xwe, emê bi şahî û dilxweşiyên rikaberî bikin. Emê ne hejariya xwe, emê dewlemendiya xwe parve bikin.”
Herwiha got: “Hemû armanca me Tirkiyeya bihêz û mezin e. Di vê serdema nû de, emê welatê xwe bihêztir derbixin. Nijad û nêrîna wan çi be, em bawer dikin hemû milet li gel me ye.”