Careke din biryara qedexeya hevdîtina Ocalan bi malbatê re hat dayîn

Careke din biryara qedexeya hevdîtina Ocalan bi malbatê re hat dayîn

Parêzerên Abdulla Ocalan dan xuyakirin, Rêveberiya Zîndana Îmralî, sê mehên din sizaya qedexeya hevdîtina bi malbatê re daye Abdulla Ocalan.

Buroya Mafnasiya Sedsalê ragihand, bi armanca hevdîtina bi rêberê PKKê Abdulla Ocalan serî li serdozgeriya Bûrsayê dane, lê serdozgeriyê daye xuyakirin, roja 16’ê Cotmehê sizayeke nû ya hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hatiye dayîn.

Ev yek piştî wê tê, Birazayê Abdulla Ocalan û Parlameterê Dem Partiyê Omer Ocalan piştî tecrîda 43 mehan, karîbûn roja 23ê Cotmehê bi Abdulla Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.

Piştî hevdîtina roja 23ê Cotmehê, ji bo hevdîtina bi malbatê re 2 caran serlêdan hate kirin. Lê ji her du serlêdanan re jî hîn bersivek nehatiye dayîn.

Pustên heman beş