Îstixbarata Swîsreyê: PKKe bi awayekî veşartî fealiyetên terorê li Swîsreyê dimeşîne

Switzerland-pkk-net

Servîsa Îstixbarata Federal a Swîsreyê ragihand, rêxistina PKK li Swîsreyê û li welatên din bi awayekî veşartî fonan kom dike, propagandayê dike, kampên perwerdeyê yên terorê li dar dixe û her wiha mîsyon û saziyên Tirkan ên wekî mizgeft û lokal di nava hedefên potansiyel ên PKKyê da ne.

Servîsa Îstixbarata Federal a Swîsreyê rapora xwe ya rewşa dawîn a bi sernavê “Ewlekariya Swîsreyê 2024” weşand. Di raporê da hat balkişandin ku rêxistina PKK fealiyetên xwe yên li Ewropayê didomîne.

Di raporê da wiha hat gotin, “PKK li Swîsreyê fenanî li cihên din, bi awayekî veşartî pere kom dike, propagandayê dike û kampên perwerdeyê yên terorê li dar dixe.”

Di raporê da her wisa hat destnîşankirin, PKK ji bo ciwanan propagandaya rêxistina terorê dike û ciwanan jî dikişîne cem xwe da ku di paşerojê da li dijî artêşa Tirk wan bide şerkirin.

Di raporê da hat diyarkirin, qaşo saziyên çandî yên nêzîkî PKKyê, “penaberên Kurd” ên nûhatî dikişîne cem xwe û hewl dide wan ji bo armancên xwe bi kar bîne.

Di raporê da dîsa hat balkişandin ku mîsyon û saziyên Tirkan ên wekî mizgeft û lokal di nava hedefên potansiyel ên PKKyê da ne.

Pustên heman beş