Siyasetmedar Bulent Arinç ragihand ku heger Abdullah Ocalan were meclîsê divê efûyeke giştî bê derxistin.
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê û yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015an Bulent Arinç ji rojnameger Cansu Çamlibelê re axivî.
Bulent Arinç behsa hewlên pêvajoya çareseriyê kir û got:
“Dema min gotina Bahçelî ya ‘Bila Ocalan derkeve, tecrîd rabe, bila were li meclîsê biaxive’ bihîst, min destpêkê bawer nedikir.
Min dawiyê ji şêwirmendên xwe re telefon vekir min got ‘ bi rastî ev gotinên Bahçelî ne? Li ku derê axiviye?
Ev tişt ji wî nedihat hêvîikirin. Her roj digot ‘bila ew were girtin, bila ev were girtin, heger yên wan neyên em dê wan kesan bigirin, em dê daliqînin, em dê bibirin’ ew kesekî wisa bû ku di atmosfereke wisa de bû û her kes mat mayî bû.
Ji ber wê ez wisa fikirim ku dê pêvajoyeke nû dest pê bike û bi wî awayî pirsgirêka Tirkiyeyê ya qedîm a terorê dê bi dawî bibe min çavdêriya rewşê kir û şopand.
Serokkomarê me bala xwe neda van pirsgirêkan.”
“Ocalan nikare were meclîsê”