Yekemîn rûniştina doza kuştina Narîn Guran a 8 salî li Diyarbekirê tê kirin

Yekemîn rûniştina doza kuştina Narîn Guran a 8 salî îro li Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê bi amadebûna 50 siyasetmedaran birêve diçe.

Zaroka 8 salî Narîn Guran a ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Diyarbekirê hatibû kuştin, Tirkiye bi xemgînî hejandibû.

Rûniştina yekemîn a doza Narîn Guran dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji 4 tometbarên girtî, cezayê hetahetayê tê xwestin.

Tomatbarên girtî dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi tedbîrên ewlehiyê bo dadgehê hatine birin.

50 baronên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û hejmarek parlamenterên Dem Partiyê jî dê ji bo guhdarîkirina dozê li salona dadgehê amade bibin.

Pustên heman beş