Hat diyarkirin ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bi Ahmet Turkê ku 2 roj berê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji şeredariyê hatî dûrxistin civiya.
Li gorî agahiyên ku CEGA Media bi dest xistine, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî beriya hefteyekê beriya ku qeyûm tayînî şaredariyê were kirin, bi rêya parlementerekî bi rêya telefonê bi şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk re axivîye. Hate hînbûn ku di hevdîtinê de Bahçelî ewil rewşa tenduristiya Ahmet Turk pirsî û piştre jî axaftineke kurt kirin.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî duh di civîna koma partiya xwe de behsa Ahmet Turkê ku cara sêyemîn wek qeyûm di dewsaê hatî tayînkirin kir. Bahçelî got: Pirsgirêkên Tendûristî yên Ahmet Turk hene û ew ji malbateke rêkûpêk r axayekî Kurdaye. CHP wî îstiklal dike. CHP bi siyasetek rûvîtî hewldide navbera Îmralî û DEMê xirabike.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di Çileya 2017an de derbarê Ahmet Turkê ku di Mijdara 2016an de li şûna wî qayûm hatibû tayînkirin de daxuyanî dabû û gotibû: “Ahmet Turk kesek e ku dema em tên meclîsê destên me dihejîne. “Eger nexweşiya Ahmet Turk ê 74 salî di qonaxeke pêşketî de be, divê neyê girtin û îmkana dermankirinê jêre bê dayîn.
Dema Ahmet Turk di 3’ê Sibata 2017’an de ji ber îfadeyên Bahçelî yên der barê wî de hat berdan, got, “Bêyî hesabên partiyê bike berpirsyariya xwe ya wijdanî bi cih anî. Ez dixwazim spasiya wî bikim. “Eger derfet hebe emê serdana wî bikin.